Stranbêj Aysel Borak got, ''Şer heye û em li nav civaka Kurd in. Ne pêkan e ku em ji civakê qut hunerê bikin.''
Aysel Borak diyar kir, çavnebariya li Kurdî didome û got, ''Berê muzîka Kurdî tine dihate hesibandin, qedexekirin lê niha muzîkên Kurdî diqulibînin ser îlahiyan.''

Borak têkilî bandora siyasetê ya li ser huner got, ''Tevahiya polîtîkayê baş nebaş bandorê li ser huner dike. Şer heye û em li nav civaka Kurd in. Ne pêkan e ku em ji civakê qut hunerê bikin.''

Li ser nêzîkatiya dewletê ya li muzîka Kurdî Borak got, ''Dewlet li dijî wan Kurdan e ku asîmîle nebûne. Çavnebariyê li hunerê Kurdan dike. Berê li şaredariyên me festîval hebûn û li van festîvalan em û gel digihiştin hev. Li saziyên hunerî yên şaredariyan me xebat dikirin. Niha dest danîne ser van û ew hatine girtin. Bi hinceta ku muzîka Kurdî îcra kirine gelek hevalên me hatin girtin. Stranên Kurdî asîmîle dikin, dikin Tirkî û ev hê jî didome. Stranên me yên herî navdar jî dikin îlahî. Berê dikirin 'turku' niha dikin îlahî.”

ANF/WAN