Stran û dengbêj hêza Çîdem in

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:36

JIYAN PÎRAN / ANF / MEXMÛR

Huner, rêgez û pîvanên civakê dide diyarkirin. Gelê Kurd jî bi huner û çanda xwe ya dewlemend pîvan û rêgezên jiyanê ji xwe re destnîşan kiriye. Di reseniya çanda Kurdî de keda jinê, dengbêjî û hunera wê hertim hatiye parastin. Berdevka Stêra Zêrîn Çîdem Uren têkildarî mijarê û xebatên xwe yên çandî ji ajansa me re axivî.

Çîdem Uren diyar kir ku wê li ser daxwaz û pêşniyara bavê xwe dest bi xebatên muzîkê kiriye û got, “Ez 18 salî me û li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê dijîm. Cara destpêkê li ser daxwaza bavê xwe min dest bi karê hunerê kir. Hunera min keşif kir û xwest ez gavekê ber bi hunerê ve biavêjim. Li ser vê daxwaza bavê xwe, min di refa 3’an a sertayî de beşdarbûna xwe ji pêşbirka dengbêjî ya festîvala 4’ê Nîsanê re çêkir û di wê pêşbirkê de bûm yekem. Di heman salê de ez başdarî komeke muzîkê bûm. Sê salan li ser hev di pêşbirka dengbêjî ya 4’ê Nîsanê de bûm yekem. Ev ji bo hunera min gav avêtinên mezin bûn. Ez gelek ji muzîkê hezdikim û hêzek cûda dide min.”

Dengbêjî hêzek e

Uren di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ne tenê di aliyê stran gotinê de, ew dixwaze di hemû aliyên hunerê de xwe pêş bixe û wiha pê de çû: “Dema ez derbasî dibistana navîn bûm, min berpirsyartiya komek mûzîkê girt ser milê xwe û ez bi wan re mijûl bûm. Di dema şerê Efrînê de min stranek têkildarî berxwedana Efrînê ya bi navê ‘Çiqa Zeytûnê’ çêkir. Min cara destpêkê wê demê stranek amade kir, ev jî hêzek cûda da min. Ne tenê di xebatên mûzîkê de, min di heman demê de cihê xwe di şano û komên govendê de jî digirt. Li kêleka van xebatên xwe min mamostetî ji komên muzîk û govendê re jî dikir. Di van salê dawî de min dest bi dengbêjiyê jî kir. Bavê min hertim dengbêjî bi min dida guhdar kirin ku ez bikaribim bibêjim. Dema ez dengbêjî dibêjim, hestek gelek cûdatir di min de derdikeve pêş. Hezkirina min a li hemberî dengbêjiyê mezintir bûye. Li gorî min dengbêjî hêzek e. Ji ber ku di aliyê çanda resen a Kurdî de dengbêjî pir girîng e. Ez gelek kêfxweşim ku ez dengbêjî dibêjim. Ji ber ku mîrasê bav û kalên me ye û divê em biparêzin.”

Eyşeşan îlhama wê ye

Çîdem Uren di dawiya gotinên xwe de bang li ciwan û jinên ciwan kir ku li hemberî bişaftin û qirkirina çandî, çanda resen a gelê Kurd biparêzin û got: “Min xwest xebatên xwe yên muzîkê berfirehtir bikim. Min havîna derbazbûyî perwerdeya gîtarê didît û îsal ez perwerdeya gîtarê didim. Nêzî 70 şagirtên min hene. Ez bi kêfxweşî û kelecanek mezin perwerdeyê didim şagirtên xwe. Ez dixwazim wan di aliyê çanda Kurdî û pêşketinên çandî de perwerde bikim. Ez ji karê hunerî hezdikim û karekî bi rûmet dibînim. Ez di hunerê de Eyşê Şan ji xwe re mînak digirim û dixwazim di hunerê de xwe bigihînim asta wê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.