Stêreke zêrîn a hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Îlon 2020 - 23:59

  • Heşt jinên ciwan ên li Rojava ên 17 ta 20 salî bi Koma Stêra Zerîn notayên şoreşê zindî dikin. Kom di heman demê de bi hostekarî dersê dide 100 zarokan.

ZEYNEP KIZILIRMAK
QAMIŞLO

Norşîn, Roz, Zeyneb, Rehef, Pervîn, Zelal, Civîn, Sîmaw. Her yek ji wan hem mamoste û hem jî şagirt e. Li tembûr, santûr, keman, gîtar, erbane, teblik, dahol, kemaçe, ûd, dûdik, flut, bilûr û înstrûmanên welê dixin. Temenê wan di navbera 17 û 20 salan de ye. Pirraniya wan li heman malê dimînin û dildariya muzîkê bi hev re parve dikin, li stranbêj û dengbêjên jin dihisînin: Ayşe Şan, Meryem Xan, Sûsika Simko…
Gava ku prova û konserên wan nebin, mirov ji derve ve deng û melodiyên muzîka Eyşe Şan ji mala wan dibihîse. Hemû jî di nav Şoreşa Rojava de mezin bûne. Her yek ji wan bajarekî din hatiye û ji bo ku muzîka şoreşê bikin, hatine cem hev. Ew ji Kobanê, Dirbesiyê, Amûdê, Hesekê, Qamişlo… ne.
Hema hema hemû jî dikarin ji amûrekê bêhtir bixin; lê helbet amûreke wan heye ku ew dildarên wê ne.

Dersê didin qederê 100 zarokî

Ew ne tenê li van înstrumanên ji rêûresmê dixin; van rojên li pêşiya me, wan niyet e ku bi şûşe û avê jî notayan çêkin. Ji ber tevdîrên ji ber şewba vîrûsa koronayê, me karî tenê 6´an ji wan bibînin.
Wan ji bo ku bibin nûnerê bereyê hunerî yê Şoreşa Rojava Koma Kevana Zêrîn sala 2018´an damezrandiye. Van jinên ciwan, ji hostekaran dersên înstruman, nota û şanê girtine. Ew hî jî li ber destê hostekaran perwerde dibin. Lê belê di heman demê de ew tişta pê dizanin hînî zarokên piçûk dikin. Ew li atolyeyên Kevana Zêrîn qederê sed zarokên 7 ta 14 salî perwerde dikin.

 

 

Xewna Norşînê

Mezina komê, Norşin Salih a 20 salî ye. Ew li Amedê, li Konservatuwara Aram Tigran 4 salan perwerde bûye. Ew ji Kobanê ye û çûye dersên kemanê û şanê. Ew ji 10 saliya xwe ve stranan dibêje û hê hingê ji bo Rêber Abdullah Ocalan stranek jî nihurandiye.
Ji ber ku derfetên perwerdeyê nebûn, malbata wê ew şandiye Bakur da ku li Amedê li Konservatuwara Aram Tigran perwerde bibe. Ew li wir 4 salan perwerde dibe. Niha ew li Kevana Zêrîn li aliyekî dersên kemanê dide, li aliyê din jî daye ber xwe ku stranên jin dibêjin berhev bike. Xewn û xeyala wê ya mezin ew e ku stranên dengbêjin jin berhev bike û li Kevana Zêrîn stranan binihurîne.

 

 

Li tevahiya Rojava konser

Rehef Zilfo 17 salî ye. Rehef 8 salî li Amûdê li şaxê TEV-ÇAND’ê yê navçeyê dest bi perwerdeya muzîkê kiriye. Ew hema hema li tevahiya amûrên bi derban yanî perkusyonê dixe. Lê ew dildarê fluta Ewrûpî ye. Rehef niha dersê dide 20 zarokan. xewna wê ya mezin ew e ku li tevahiya bajar û gundên Rojava konserê bide, zarokên jêhatî bîne cem hev û dersa muzîkê bide wan.



Bi gotinê behsa Eyşe Şanê nabe

Gîtarîsta Koma Stêra Zerîn Roz Menaf Hesen a 17 salî ye. Ev 4 sal in perwerde dibe. Ew herî zêde li Eyşe Şanê guhdarî dike. Ji ber ku dayika wê gelekî jê hez dikir, ew bi dengê Eyşe Şanê mezin bûye. Ji ber wê jî ew dibêje, "Ez li her tiştî guhdarî dikim, lê gava guh didim Eyşe Şanê kelacana min welê ye ku nikarim li vir terîf bikim."



Perwîn hostekara santûrê ye

Perwîn Salih 18 salî ye. Ew ji înstrumanên kevnar santûrê dixe. Ev amûra temenê wê qederê 3 hezar û 500 salan e, ji bo Perwîn meydana hostekariya wê ye. Ew niha dersê dide 5 şagirtan. Xewna wê jî ew e rojekê di muzîkalekê de muzîkê bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.