• Adar Taş: Festîval wê 6 rojan dewam bike. Di 24’ê Adarê de bi filma “Kurdên Êzîdî” dest pê dike. Em di 29’ê Adarê de jî festîvalê bi filma “Namo” bi dawî dikin. Her wiha em ê di 28’ê Adarê de jî bi sînemagerên Kurd re forûmekê li dar bixin. Em dixwazin bi rêya vê xebatê di nav sinemagerên Kurd de hevnasînek çêbe. 

ARDÎN DÎREN

Festîvala Filmên Kurdî ya Stenbolê yek ji festîvalên girîng ên Kurdan e. Bi hewldana Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ev cara duyem dê were lidarxistin. Festîval dixwaze li Stenbolê ji bo sînemaya Kurdî meydaneke nû biafirîne û bala temaşevanên Kurd bibe ser filmên ji çar parçeyên Kurdistanê, hatine vexwandin. Her wiha ji bo îsal filmê “Kurdên Êzîdî” yê ku di sala 1933’an de hatiye çêkirin jî cara yekem li Bakûr tê nîşandan. Derbarê festîvalê de em bi endama Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê, Adar Taş re peyivîn. 
Adar Taş got, “Ev festîval li hember zext û sansura li ser sînemaya Kurdî bersivek e. Em bi vê bersivê tevlîbûna xwe xurttir bikin.” 

Ev cara duyem e ku festîval tê lidarxistin. Piştî pandemiyê û navbera 2 salan we çawa biryar da ku careke din festîvalê lidar bixin. Armanca Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ji vê festîvalê çiye? 

Kolektîfa Sînameya Mezopotamyayê ev 30 sal in ku di warê sînemaya Kurdî de xebatan dimeşîne û berheman çêdike. Îdîayeke wê ya wiha heye ku di vî warî de bi rola pêşengiyê rabe û bipêşketinekê ava bike. Armanca çêkirina vê festîvalê jî ew e ku ji bo sînemaya Kurdî li Stenbolê meydanekê ava bike. Me dema cara yekem biryara vê festîvalê dabû, me dixwest ku ev festîval bibe rêûresmek. Piştî pandemiyê her çend xebatên hunerî û nexasim yên sînemayê kêm bûn jî dîsa bi awayekî birêve çûn. Lê di warê sînemaya Kurdî de xebateke berbiçav nehat kirin. Fikra cara duyem a lidarxistina festîvalê bi dîtina vê kêmasîyê derket holê. Wekî din helbet em kêmasiyên di vî warî de jî dibînin ji lewre em dixawizin ev festîval li Stenbolê ji bo sînamaya Kurdî bibe rêûresmek û her sal were lidarxistin. Em ê ji bo vê yekê bixebitin. 

Ji xeynî Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê sazî û komeleyên ku bi we re dixebitin û alîkariyê didin vê xebatê hene gelo?

Jixwe, em dikarin bibêjin, bi gelemperî, em xebatên xwe bi Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn re dimeşînin. Di vê festîvalê de jî em dikarin bibêjin ku em di aliyê fikrî û teknîkî de hevpar in. Ji bilî vê jî ji ber ku em hemû xebatên festîvalê bi Kurdî dimeşînin, em di warê ziman de jî bi Înstîtûya Kurdî ya Stenbolê re dixebitin. 

Hûn dikarin hinekî behsa girîngiya vê festîvalê ji bo Kurdan û sînemaya wan bikin?

Li Stenbolê nêzî pênc milyon Kurdan dijîn. Ya din jî Stenbol di warê huner de wek deriyekî ye ku li cîhanê vedibe. Heger mirov baş li vê qadê serwext bibe, ji bo sînemaya Kurdî fersendek e ku sînemager, temaşevan û şopgerên mayînde yên sînemayê biafirîne. 

Li Stenbolê di warê sînemayê de gelek xebat tên kirin û festîval tên lidarxistin. Lê di warê sînemaya Kurdî de xebat pirr kêm in. Ji ber vê jî festîvala me wek hewcadariyekê derdikeve holê. Stenbol ji bo sînemaya Kurdî xwedî potansîyeleke pirr xurt e. Ev berpirsîyarî wek deynê me ye û lazim e em bi rêya vê festîvalê hindik be jî vî deynê xwe bidin sînemahezên Kurd û dostên Kurdan. 

Bernameyeke çawa îsal heye. Weke kolektîf, we çend film neqandine û çawa biryara nîşandana van filman da? 

Festîval wê 6 rojan dewam bike. Di 24’ê Adarê de festîval wê bi filma “Kurdên Êzîdî” dest pê bike. Di pêşiya temaşekirina filmê de wê Koma Aryen konserekê bide. Em di 29’ê Adarê de jî festîvalê bi filma “Namo” bi dawî dikin. Her wiha em ê di 28’ê Adarê de jî bi sînemagerên Kurd re forûmekê li dar bixin.

Di dema hilbijartinê de qederê 80 filman gihiştin destê me. Me ji wan 27 heft film hilbijartin. Koma temaşekirina li filman hat avakirin, û ev film bi rêya nihêrîn û nîqaşên vê komê hatin neqandin. Pîvana me ew bû ku filmên werin hilbijartin, di warê teknikî de baş bin û di hêla fikrî de ne li dijî nirxên mirovahî û xwezayî bin. 

Di forûmê de wê ji her warî sînemagerên Kurd werin cem hev û li ser sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê nîqaşan bikin. Em dixwazin bi rêya vê xebatê di nav sinemagerên Kurd de hevnasînek çêbe. Ji bo pêşeroja sînemaya Kurdî û sînemagerên Kurd bibe weke gavekê, û hevparîyek bê avakirin.  
 
Bi festîvalên din ên filmên Kurdî re têkiliyên kolektîfê hene gelo? Gelo hûn bi hev dişêwirin ji bo filman?

Belê, helbet. Ji ber ku me festîvala yekem li darxistibû, têkilîyeke me bi festîvalên din yên Kurd re hebû. Lê avantajeke me ya din jî hebû ku ew jî par bi pêşengiya Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê, bi awayê online Festîvala Filmên Kurdî ya Cîhanê hatibû li darxistin.

Di vê festîvalê de hemû festîvalên filmên Kurdî yên cîhanê hatibûn cem hev. Di bin vî banî de gelek ked dan û xebateke girîng derket holê. Em di wê pêvajoyê de wek Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê tevlî vê xebatê bûbûn. Ji ber vê jî têkilîya me bi festîvalên Kurdî hemûyan re hebû. Me bi festîvalên din re biryara çêkirina festîvalê parve kir û ji bo filman pêşniyazên wan xwestin. Helbet agahîya me ji festîvalên din heye û em ji xebatên hev agahdar in. Dema em zextên li ser sînemaya Kurdî dibînin, lazimiyeke me ya wiha dertê holê ku em van têkilîyên xwe xurttir bikin. Ev xurtkirin jî bê guman bi rêya xebatan pêk tê. Di vî warî de divê festîvalên Kurdî û sînemagerên Kurd her tim di nava tevgereke afirîner de bin. 

Filma “Kurdên Êzîdî” ya sala 1933’an bi derhêneriya Amasi Martirosyan hatiye çêkirin, ev cara ewil e ku li Bakur tê nîşandan. Heta niha çima nehatiye nîşandan?

Ya rastî dema me biryara festîvalê diyar kir û film ji me re dihatin, me wek komîteya festîvalê dixest ku vekirina festîvalê pirr xurt be.

Helbet di nav filmên me neqandî de gelek filmên baş hebûn. Cara yekem di komîteyê de hevalekî ji me re pêşniyaz kir ku pirtûkek li ser sînemaya Kurdî xwendiye û di pirtûkê de qala filma “Kurdên Êzîdî” dike. Di dîroka Kurdan de her tişt bi tinebûnê re rû bi rû ye, ev film jî mînakek ji van e. Motîvasyona me ew bû ku em bi rêya vê festîvalê vê filmê bidin nîşandan û ji nava toza dîrokê derxînin. 

Li ser vê, me bi awayekî online, bi arşîva Ermenistanê re têkilî danî, lê me tu bersiv ji wir negirt. Piştî vê, me bi arşîveke filman a Rûsyayê re têkilî danî. Film li wê arşîvê hebû û gotin, piştî hin prosedûran em dikarin ji we re filmê bi rê bikin. Di nav van prosedûran de budceyek ku ji me dixwestin jî hebû. Piştî me ev budce da, film ji me re şandin. Lê di vê pêvajoyê de me bi hevalekî têkilî danî, û ew di nav ekîba Festîvala Filmên Kurdî ya Moskovê de dixebite; û ev heval ji me re pirr bû alîkar. Bi vî awayî em zûtir gihîştin filmê. 

 Hema piştî Newrozê festîval dest pê dike, hûn ji xelkê re çi dibêjin?

Wek endamekî ekîba festîvalê, bang li temaşevanan hemûyandikin da ku me bişopînin û di navbera 24 û 29’ê Adarê de werin, em çîrokên xwe bi heman hestan û bi hev re temaşe bikin. Ev festiîval li hemberî zext û sansura li ser sînemaya Kurdî bersivek e. Em bi vê bersivê tevlîbûna xwe xurttir bikin.