• ’’Ger Iraq û herêmê li hev nekin, statûya Herêma Kurdistanê wê bikeve bin metirsiyek mezin de. Ji bilî wê ger lihev nekin, wê bi taybet di beşa tendirustî de hemû saziyên din zoriyê bikêşin û nikarin derman li nexweşxaneyên herêmê peyda bikin.’’

Hikumeta Herêma Kurdistanê di warê firotina serbixwe ya neftê de, pişta xwe daye Tirkiyeyê, ji ber vê jî serdema zêrîn ya aboriya Herêma Kurdistanê veguherî qeyranek mezin. Pêngava Barzaniyan ya qaşo firotina serbixwe ya neftê, herêmê ber bi metirsiyek mezin ve dibe. Ger Iraq û Herêm li hev nekin, statûya Herêma Kurdistanê jî dibin metirsiyek mezin deye.

Di çarçoveya destûr û yasayan de piştî derketina destûra Iraqê ya sala 2005’an, hinek yasa ji bo lihevkirina neftê ya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de derketin.

Di 15’ê Sibata 2007’an de destûra neft û gaza Iraqê derket, Desteya Wezîran jî di heman mehê de pejirand. Di heman salê de serokkomarê Iraqê û serokwezîrê wê demê yê Iraqê ragihandin pêwîste li gorî madeya 112 ya destûra federal, hikumeta navendî û Herêma Kurdistanê bi hevre dosyaya neft û gazê bi rêve bibin. Piştî wê Herêma Kurdistanê di 6’ê Tebaxa 2007’an de yasaya neft û gazê li parlamentoyê pejirand.

Aboriya serbixwe û destpêka aloziyan

Heya dawiya sala 2013’an de Hikumeta Herêma Kurdistanê her sal ji sedî 17’ê budceyê ji Iraqê werdigirt. Ev serdem weke serdama zêrîn ya aboriya Herêma Kurdistanê dihate binavkirin.

Wê demê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi awayek rêk û pêk her meh budceyê xwe ji Bexdayê werdigirt, yanî her meh tirilyonek û 200 milyar dînarê Iraqê ji Bexda ji bo Herêma Kurdistanê dihat. Heya pere ji Bexda dihat Hikumetê hertim projeyan ji bo parlamentoyê pêşkêş dikir û Hikumeta Herêmê xwedî yasaya budceyê bû.

Peymana 50 salî

Di sala 2014’an de piştî temambûna boriya Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê, bi piştgiriya Tirkiyeyê û bêyî Bexda, Hikumeta Herêma Kurdistanê yekem car bi rêya Tirkiyeyê neftê şand benderên cîhanê. Rojane 300 hezar bermêl neft bi rêya boriyê dihate şandin. Ev pêngav piştî lihevkirina Barzaniyan ya 50 salî a bi dewleta Tirk a dagirker re hat.

Lihevkirina Barzaniyan ya 50 salî a bi Tirkiyeyê re, Bexdayê aciz kir. Iraq pêngavê weke dizî binav kir û Tirkiyeyê ji binpêkirina serweriya Iraqê sucdar kir.

Di 28’ê Gulana 2014’an de Nêçîrvan Barzanî li parlamentoya Herêma Kurdistanê axivî û got; “Me ji bo serbixweyiya aboriyê pêngavên mezin avêtin, dibe ku qeyrana darayî herî zêde 2 mehan dirêj bike.”

Iraqê derî girt

Hikumeta Iraqê piştî sala 2014’an bi bihayê 82 tirilyon û 757 milyar û 422 milyon dînar bûdçe ji para Herêma Kurdistanê rawestand.

Qeyran destpê kir

Ji bo vê bi biryara aboriya serbixwe ya Herêma Kurdistanê re, aramiya aborî, muçe û bazarê kete qeyranek mezin de. Piştî wê biryara Barzaniyan heya niha, Herêma Kurdistanê ser xwe ve nehatiye. Heya niha jî aboriya herêmê di qeyranê de ye. Welatiyên herêmê bi xêra aboriya serbixwe ya Barzaniyan, zêdetirî 100 tirilyon dînar ziyana aborî dîtin.

Dahata nefta Herêma Kurdistanê

Hikumeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya aboriya serbixwe de, sala 2014’an de heya dawiya 2021’an zêdetirî milyarek û 100 milyon bermêl neft henarde kir. Her bermêlek neftê bi bihayê 54 dolar firotiye. Bi giştî bihayê nefta hatî firotin, zêdetirî 68 tirilyon dînar bû.

Lê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Etruşî di 28’ê Hezîrana 2021’an de di civînek parlamentoyê de ragihand, ji sedî 58’ê dahata neftê ji bo kampanyayan tê dayîn.

Heya dawiya sala 2017’an gaza xwezayî li 15 bîrên herêmê hate dîtin. Ji vane ji sedî 80 bîran dikeve herêma Silêmaniyê.

 

Dahatek bê hesap

Tenê ji her dû bîrên Kormor û Çemçemal, rojane 400 milyon metre kûp tê derxistin. Dahata wê salane dike milyar û 500 milyon dolar.
Yekem peymana Hikumeta Herêmê ya di warê gaza xwezayî de, di sala 2007’an de bi kompanyaya Dane Gaz re bû. Ev peyman ziyanek mezin da Herêma Kurdistanê. Piştî peyman hate hilweşandin, zêdetirî 2 milyar û 200 milyon dolar ziyan gihîşt hikumetê.

Hikumeta Herêma Kurdistanê di sala 2017’an de carek din bi heman kompanyaya Dane Gaz re peyamenek îmze kir. Di wê peymanê de berjewendiyên kompanyayê li pêşiya qezenca Herêma Kurdistanê bû.

Beriya wê sala 2013’an de Hikumeta Herêmê ji bo kirîn û firotina gaza xwezayî, peymanek bi kompanyaya Genel Enerjî ya Tirkiyeyê re îmze kiribû. Li gorî peymanê heya sala 2018’an çar milyar metre kûp gaz wê ji bo Tirkiyeyê were şandin. Di sala 2020’an de jî wê ev rêje bibe 10 milyar metre kûp.

Gaza li herêmê dikare hemû santralên ceyrana herêm û Iraqê jî pêşwazî bike. Ger herêm gaza xwezayî radestî Iraqê bike, hikumet dikare hemû mafên darayî yên herêmê ji Iraqê werbigre. Lê wisan derdikeve ku PDK dixwaze bazara sereke ya ji bo firotina gaza herêmê ne Iraq, lê Tirkiye be.

Biryara Dadgeha Federal

Di sala 2012’an de Hikumeta Iraqê li Dadgeha Federal derbarê firotina nefta herêmê de, giliyê Wezîrê berê yê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî kir. Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî zêde germ nêzî biryarê nebû. Piştî wê jî dadgehê carek din nekarî biryara xwe ya dijî herêmê bicihbîne.

Sala borî jî ji ber hilbijartinên pêşwext yên Iraqê, aliyên siyasî li ser çareserkirina pirsgirêkê lihevkirin. Ji ber ku bêyî dadgehê hilbijartin wê pêknehatiban.

Dadgehê biryara xwe da

Ji bo vê di dawiyê de û piştî 10 salan, Dadgeha Federal ya Iraqê biryara xwe di 15’ê Sibatê de da. Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê ku hin parlementerên Iraqê li ser firotina nefta Herêma Kurdistanê ya bi awayek serbixwe ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve tê kirin, biryar da. Dadgehê ragihand, yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê derveyî destûra Iraqê ye. Dadgehê diyar kir ku firotina nefta Herêmê ya bi awayê serbixwe tê kirin, ne yasayî ye.

Li gorî vê biryarê êdî Herêma Kurdistanê nikare bêyî Bexda gaz û neftê bifiroşe û divê neft radestî Bexdayê were kirin.

Gorî biryarê Hikumeta Herêmê hemû peymanên bi kompanyayan re li ser neftê îmzekirine, divê bixe ber destê Wezareta Neftê ya Iraqê.

Herwiha çi peymana ne di berjewendiya Iraqê de be, dikare were hilweşandin. Divê para herêmê di bûdçeya giştî de were diyarkirin, ev jî bi şer tê ku ew budce radestî karmendên herêmê û hemû parêzgehan bike.

Hemû peyman betal dibin

Hilweşandina yasaya neft û gaza herêmê, di heman demê de tê wateya hilweşandina Desteya Herêmê ya Neft û Gazê. Ev biryar tê wateya hilweşandina Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, peymanên neftê, kompanyayên Kurdistanê yên ji bo dîtina neftê, kompanyaya Kurdistanî ya nîştimanî neft, kompanyaya Kurdistanê ya ji bo bazarakirina neftê, kompanyaya Kurdistanê ya ji bo paqijiyê, sindoqa Kurdistan ya ji bo dahata neftê.

Hikumeta Iraqê dikare giliyê welatên nefta herêmê dikirin, bike. Biryara Dadgeha Federal a Iraqê bi qasî aliyê xwe yên erênî, ew qas jî aliyên nerênî û metirsîdar jî heye.

Di dema lihevkirina Hikumeta Herêm û Iraqê de, herwiha firotina neft û gazê, hikumet dikare dayîna mûçeyê karmendan bixe garantiyê.

Herwiha proje û xizmetguzarî jî baştir were kirin.

Statû dikeve bin metirsiyê

Lê ger Iraq û herêmê li hev nekin, statûya Herêma Kurdistanê wê bikeve bin metirsiyek mezin de. Ji bilî wê ger lihev nekin, wê bi taybet di beşa tendirustî de hemû saziyên din zoriyê bikêşin û nikarin derman li nexweşxaneyên herêmê peyda bikin.

Herwiha wê ceyran û wergirtina sutemeniyê jî bibe pirsgirêk, êdî hikumet wê nekaribe ceyran jî bide welatiyan. Ev di heman demê de wê bandora xwe li şaredariyan bike, beşa xizmetguzariyê jî dikeve metirsiyê.

Hikumeta Herêmê niha nêzî sedî 80’ê muçeyê karmendan bi rêya dahata neftê pêşwazî dike, ji bo vê egera wê heye carek din muçeyê karmendan bikeve ber pêşbaziya herêm û Iraqê.

Ji bo çi piştî 10 salan?

Biryara Dadgeha Federal ya Iraqê a piştî 10 salan, ji rewşa siyasî ya niha ne dûre. Bi taybet jihev cûda bûna aliyên Kurdistanî. Dinav van de PDK û YNK, nakokiya nav mala Şîeyan de. PDK berê xwe daye Muqteda El Sedir, YNK jî çûye gel Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan.

Leyîstoka PDK’ê ya li ser herêmê, Herêma Kurdistanê xist bin gefa Îranê. Li gorî zanyaran, biryara Dadgha Federal ya Iraqê ya ji bo rawestandina henaredekirina nefta herêmê, beşek ji van gefane.

Qedexekirina henardeya nefta herêmê, di demek de bû ku Nêçîrvan Barzanî di 2’ê Sibatê de bi serokkomarê Tirkan Tayîp Erdogan re civiya bû. Erdogan ji Barzaniyan xwestibû gaza herêmê henardeyî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku gaza herêmê bi xercek kêm û demek zû de dikare biçe Tirkiyeyê.

Tirkiye bi temamê siyaseta neft û gaza herêmê xistiye bin bandora xwe de. Ev jî ji ber PDK’ê çêbûye, dewleta Tirk gaz û nefta herêmê bi nirxek kêmtirî bazara cîhanê dikire. Tirkiye vê yekê li hemberî parastina berjewendiyên Barzaniyan dike.

Tirkiye ji bo berjwendiyên xwe û Barzaniyan, statûya Herêma Kurdistanê jî xist bin metirsiyek mezin. Heya vê kêliyê jî malbata Barzanî pişta xwe daye Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê ber bi qeyranek mezin ve dibe. Ya balkêş ewe malbata Barzanî li gel welatên Ewrûpayê behsa aramiya Herêmê dikin, lê di rastiyê de Herêma Kurdistanê kêm maye bikeve bîrek kûr.

ROJNEWS/SILÊMANÎ