Nakokiya di navbera hizbên siyasî, desthilatdariya Herêma Kurdistanê de her ku diçe kûrtir dibe. Ev nakokî ji bilî metirsiyek mezin a li ser paşeroja Herêma Kurdistanê, di heman demê de metirsiyeke mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê jî çêdike. Di 30’ê Gulana 2023’yan de li ser dirêjkirina dema yasayî ya Parlementoya Herêma Kurdistanê, Dadgeha Federal a Iraqê biryara ne yasayîbûna dirêjkirina temenê Parlementoya Herêma Kurdistanê da. Herwiha Dadgeha Federal a Iraqê ragihand; “Piştî temambûna dema yasayî ya parlementoyê, çi biryar bê dayîn, di aliyê yasayî de wê weke biryarek vala û pûç bê hesabkirin.” Herwiha di 11’ê Hezîranê de jî Dadgeha Federal ya Iraqê projeyasaya bûdçeyê pejirand. Her du mijar bûn sedema nakokiya aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, bi taybet jî di nava PDK û YNK’ê de. YNK û PDK bi daxuyaniyên cûda hevdu sûcdar dikin. Demeke dirêj e wezîrên YNK’ê tevlî civînên hikumetê nabin. 

Derbarê mijarê de parlamenterê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî û mamostaya zanîngehê Çira Şemal axivîn.

Desthilata herêmê gef e

Umer Gulpî dibêje, beriya ku bizanin li kudera cîhanê dijberiya Kurdan tê kirin, divê bizanin, li Herêma Kurdistanê desthilatek heye ku li ser hebûna herêmê gef e û got; “Şêwaza rêvebirina vê desthilatdariyê, ne tenê ti dahatuyek ji bo herêmê bi dest naxe, di heman demê de gefeke mezin jî li ser herêmê çêdike. Beriya ku Dadgeha Federal dirêjkirina temenê parlametoyê bi awayek ne destûrî bibîne, xelkê dilsoz her tim bang dikir ku dirêjkirina dema parlamentoyê ne demokrasî û ne yasayî ye. Mixabin guh nedan kesê. Heya desthilatdarên herêmê bi vî awayî rêveberiyê bikin, wê Bexda hîn zêdetir destwerdanê di kar û barê herêmê de bike.”

Nakokî destwerdanê tîne

Mamostaya zanîngehê Çira Şemal ku di heman demê de seroka Rêxistina Bîrnas a Zanistî ye, qala bandora nakokiyên di navbera aliyên siyasî de rû dide, kir. Li gorî Çira bandora nakokiyan li ser herêmê heye û bûye sedem ku Dadgeha Federal û Hikumeta Iraqê bi awayek raste rast destwerdanê di kar û barê Herêma Kurdistanê de bikin. Mamosta Çira got ku ger hewla çareserkirina pirsgirêkên navxweyî neyê dayîn û berê xwe bidin Dadgeha Federal, wê demê dadgeh wê bi daxwaza xwe biryarê li ser mijarên herêmê bide, nimûneya herî diyar jî, biryara dadgehê ya li ser dirêjkirina dema parlamentoya Herêma Kurdistanê bû.

Li ser statûyê gefeke mezin e

Li gorî mamosta Çira, ger serkirde, aliyên siyasî, desthilat, muxalefet û bi taybet PDK û YNK, bernameya karê xwe ava nekin û wiha dema bike, wê metirsiyek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê çêbibe. Mamosta Çira Şemal di dawiyê de behsa girîngiya yekîtiya di nav Kurdan de kir; “Bi salane em dibêjin, em di nava xwe de bibin yek da ku kes nekeve nava me de. Lê niha bi heman awayî dikevin nava Kurdistanê û metirsiyek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê çêdikin.”

ROJNEWS/SÎMA REZA