Stand-upeke nû: Ne Wisa Ne Jî Wilo

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:07

Derhêner û lîstikvan Aram Dildar piştî çêkirina çend kurtefilman û projeyên sînemayê niha dîsa li karê xwe yê berê ango stand-upê vedigere. Aram Dildar li ser hesabê xwe yên medyaya civakî navê lîstika xwe ya nû ya bi navê “Ne wisa ne jî wilo” tevî afişîkê ku resmê wî jî li ser e parve kir.

Aram Dildar got; “Di sala 2008an min standupêk Kurdî çêkir û piştî 4 cara min lîst min dev jê berda, min berê xwe da sînemayê. Piştî ewqas salan dîsa derket pêşîya min. Helbet geşbûna şano û mizaha kurdî jî cesaret da min, ez spasîya hemû hevalan dikim. Bi hêvîya hevdîtinê.”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.