Sosreta li hemberî cenazeyan

Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:35

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran, şandeyeke ji endamên malbatê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, nûnerên DFG, OHD’ê û rêxistinên civaka sivîl pêk dihat xwest derbasî Herêma Kurdistanê bibe û di 6’ê Çileyê de hate Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê. Şande zêdetirî rojeke bi hinceta pergal tune ye li ser sînor tê sekinandin. Di demeke ku nerazîbûnên li dijî sekinandina şandeyê didomin de Midûrê Emniyetê yê Navçeyê got:’’Pirsgirêkeke bi me eleqeder nîne, em li benda bersiva Enqereyê ne.” Balkêş e ku li ber deriyê sînor polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê hatine bicihkirin. 

Şande hatiye dorpêç kirin

Ji endamên şandeyê Partlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan got:“Rayedar li vir şanoyê dilîzin. Li vir nirxên mirovahiyê tên binpêkirin û em bi rewşeke ku wijdan û exlaq têk çûyî re rû bi rû ne. Li milê me yê rastê û yê çepê di hatin û çûnan de tu pirsgirêk nînin. Lê ji bo 8 endamên şandeya me pergal naxebite. Wekî hûn jî dibînin hemû qad hatiye girtin.” 

Tanhan, da zanîn ku hewldan çêbûye ku di saetên şevê de ji qada lê disekiniyan bên derxistin û got:“Gotin ku wê pergal vebe û ewil me derbas bikin. Me jî jê bawer nekir lewma me qebûl nekir. Qenaeta me ew bû ku me derxînin derve û êdî negirin wê derê. Ji xwe dorpêça îro vê qenaeta me piştrast dike. Li dijî şandeyê dorpêçeke navlênekirî heye. Zextê li me dikin ku em derbasî odeyên cuda bibin. Li ser vê yekê me jê re got ‘heke hûn vê odeyê ji me bistînin em ê li derve çalakiya rûniştinê li dar bixin.’ Niha sekinîne. Mafê definkirinê mafê herî sereke ye lê mixabin ev maf tê binpêkirin. Her wiha mafê geştê jî tê astengkirin.” 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.