Sosina Siya Darê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Hezîran 2024 - 01:45

Ji Hunergeha Welat, berhemeke nû ya watedar û xweşik a din. 

Hunergeha Welat a li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne, mohra xwe li berhemeke din a ciwan xist. Berhemên Hunergeha welat li ser çanda Kurdî û nirxên şoreşa Kurdistanê ne zêdetir. Vê carê jî, li ser Şehîd Sosin Bîrhat a yek ji fermandara şehîd a YPJ’ê ye. 

Gotinên stranê ji aliyê Şêro Hindê ve hatine nivîsîn. Mûzika wê jî ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin û Şehrîban Guneş jî stran gotiye. Derhênerê stranê jî, Mihemed Mûsa ye. 

Gotinên Stranê wiha ye:

Sosina Siya Darê

‏Koro lo baro

‏Pêjna me hat xwarê

‏Ho li minê

‏Sira şevanê

‏Sosinê

Sosina siya darê

‏Firişta ji befrêyo

‏Lê lê lê jarê

‏Cî ji kê re tu dihêle

‏Te dilê min bikavil kir

‏Janê

Gulya te ji ewrêyo

Xizêma ji heyvêyo

Ji paxila van çiyayan kê te

Dizî

Hêlanekê ji kennî çêke

Li warê wê xeybêyo

Lê lê lê narê

‏Ezê kî bim ger tu çûyî

‏Tu çûyî ez jî bûm 

‏Te ya çûyî

Xemlîna sebra malê

‏Cêwiya vê kerbêyo

‏Tolîno bila 

‏Kevir kerr be

‏De rakin

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.