Şoreşeke din a jinê ye
Şemî 24 Îlon 2022 - 02:24
- PAJK´ê ji her kesî xwest ku çalakiyên li dijî rejîmê û çalakiyên pişgiriya bi raperîna gel û şoreşa jinê ya li Rojhilat û Îranê re dewam bikin û bên geşkirin.
Rêxistineke sivil a li New Yorkê doh ragihand ku di çalakiyên şermezarkirina rejîma heyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 36 kes şehîd bûne. Koordînasyona PAJK´ê jî got, “Em bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin”.
Koordînasyona PAJK'ê: Em bang li jinan û gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin.
Polêsên hîcabê yên rejîma Îranê, jina Kurd Jîna Amînî ya 22 salî di 13’ê Îlonê de li Tehranê kiribû nezaretê. Ji ber êşkenceya lê hat kirin, Jîna Mehsa Amînî şehîd bû. Bedena wê ya ruh jê çûyê 16´ê Îlonê birin nexweşxaneyê. Ji hingê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li temamê Îranlê raperîneke gel heye û dewam dike.
Navenda Mafên Mirovan ya Îranê ya ku li New Yorkê ye li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Rayedar herî kêm kuştina 17 kesan qebûl dikin, lê çavkaniyên serbixwe qala kuştina 36 kesan dikin.”
Navenda Mafên Mirovan wiha li ser ser zêde kir: “Bîlanço wê girantir bibe. Divê serkêşên navneteweyî, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku bêyî ku çekên kujer bên bikaranîn, destûrê bidin çalakiyên şermezarkirinê.”
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Li gorî dîmenên çalakgeran li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, tê xuyakirin ku hikûmeta Îranê li dijî gel guleyên bi rastî, demançe û gazên çavan dişewitînin, bi kar tîne.”
Rojhilat serî natewîne
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ya navenda wê li Osloyê jî behsa herî kêm kuştina 31 kesan kir. Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw a ku bala wê bêhtir li ser Rojhilatê Kurdistanê ye, pêr dabû zanîn ku di çalakiyan herî kêm 733 kes birîndar bûne û li bajar û navçeyên Kurdistanê rejîmê herî kêm 600 kes kirine nezaretê.
Li bêhtirî 80 bajar û navçeyên Îranê û hema hema li temamê bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê nerazîbna ji rejîmê û raperîna gel dewam dike. Rejîm ji bo astengkirina raperînê xwegihandina înternetê li gelek deveran bi temamî betal kir yan jî gelekî sînordar kir.
Bi şoreşa jinê çalakiyan geş dikin
Koordînasyona PAJK'ê li ser raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê daxuyaniyek da û got, "Dirûşma ´Jin jiyan azadî´ manîfestoya sîstema demokratîk a nû û jiyana azad e, ew ji Kurdistanê bilind bû, li tevahiya Rojhilata Navîn deng veda."
PAJK'ê Jîna Mehsa Amînî, Şilêr Resûlî û şehîdên şoreşê yên serhildanên gel bi rêz û minet bi bîr anîn, rejîma Îranê ya dîktator şermezar kir û paşê got, “Rejîma Îranê sîstemeke zayendîperest, baviksalar û zordar e, ne tenê bi kiryarên xwe yên polîtîk bi pirsgirêk e, weke rejîm bi temamî pirsgirêk e. Dijminê jinê ye, dijberê azadî û demokrasiyê ye. Êrişên ku di şexsê jinê de têne kirin, li hemberî temamê Kurdan, gelê me yê Îranî ye. Jin û gelan piştî şehîdkirina Jîna Amînî bi dirûşma ´Jin jiyan azadî´ rabûn ser piyan, bi berxwedana topyekûn li bingehê sîstemê dipirsin û daxwaza guhertina demokratîk dikin. Em sekn û îradeya azadiyê ya jin û gelên me yên Rojhilatê Kurdistanê û li Îranî silav dikin. Dirûşmên 'Jin jiyan azadî' û 'Mirin ji dîktator re', pêngaveke dîrokî ya azadiyê ne. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi têgihiştina 'kuştina jinê kuştina civak û jiyanê ye' tê gotin, manîfestoya avakirina sîstemeke nû ya demokratîk e ku veger jê nîne.
Em bang li jinan û gelê me yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin da ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bi xurtî bibin yek, çalakiyan geş û dewam bikin. Bi navê Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PAJK), em bi jinan re ne, em bi gelê xwe re ne. Jinên Rojhilatê Kurdistanî û Îranî bi tenê nînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN