Hevjiyana azad di sala 2013’yan de bi pêşengiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bû rojevî. Ew wekî teoriyek ji bo afirandina civatek nû hat pênasekirin. Ew lêgerînek bû ji bo modelek ku her kesê ku dixwest azad bijî. Ev mijar bi her awayî ket rojeva her kesî û li ser nirxandin û şîrove hatin kirin.
Hevjiyana azad a ku bi pêşengiya jinên Kurd ve hat pêşxistin, bi ezmûn, zanîn û pratîk, her wiha bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişmendiyek afirandin û şoreşeke zîhniyetê bi xwe re anî.
Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, PKK di 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'yemîn li dar xist û biryara têkoşîna çekdarî dawî kir. Abdullah Ocalan ji bo Kongreya 12'yemîn a PKK'ê 2 belgeyên cuda amade kir û pêşkêş kir. Rojnameya Serxwebûn belgeya 21 rûpelî ya ku Abdullah Ocalan di 25'ê Nîsanê de nivîsandibû di hejmara xwe ya 521'emîn û dawî de weşand. Me di vê dosyaya xwe de cih dan hinek fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê jinan û civakê de.
Çanda parastina li dor jinê pêş ketiye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku jin giya kom dike, lê zilam nêçîr dike, zindî dikuje û wiha bi lêv dike: "Şer, kuştin e. Kuştina heywanekê/î cinayet e. Civakbûna ku ji hêla jinê ve li derdora toximên giyayan tê çêkirin tiştekî pir cuda ye. Dîsa ji bo bihêzkirina jinê kuştina zilam tiştekî pir cuda ye. Ez ê li ser vê mijarê berfirehtir bisekinim. Li vir zilam, di civaka qetilker de temsîla xwe dibine, jin jî ji bo bikare civakê li ser piyan bigire kar dike. Ji ber vê yekê çanda parastina civakê, li derdora jinê pêşketiye, xwe dispêre vê sosyolojiyê.”
Jin çawa dixwaze bila wiha bijî
Abdullah Ocalan wiha behsa koletiya jinê dike: "Bêguman ev bîrdoziya ku jinê bi mal ve zincîr dike pir xeter e. Dibe pirsgirêkeke mezin. Min jî diyar kir; di civakê de pirsgirêk wiha dest pê dikin. Pirsgirêka esasî ya civakê ev e. Ev bi xwe re çîn û dewletê tîne. Jixwe zilam van hemûyan dike. Zilam, şoreşa arîstokratîk dike, şoreşa bûrjûwa dike, lê ev hemû bi koletiya jinê pêk tên. Dema zilam dibe dewlet, êdî ti tiştek namîne ku bikaribe pêşiya zilam bigire. Dewlet hêza bê dawî ye. Li ser dewletê mohra zilam heye. Bingeha azadiya jinê me avêt. Ev çawa dikare pêş bikeve? Min, beramberî jinê wekî rêz wiha got “Azadî pêşî di fikir de dest pê dike.” Jin çawa bixwaze bila wisa bijî.”
Aborî di destên mêran de ye
Di perspektîfa dîrokî ya Abdullah Ocalan a ku bi 7 sernavên sereke pêk tê de wiha bal dikişîne ser aboriya jinê: "Jina ku aboriyê avakiriye îro mecbûrê nan e, destê zilam dinêre. Zilam kar neke, jin birçî dimîne. Halbûkî aborî ji hêla jinê ve hatiye sazkirin. Hûn dizanin peyva Eko-nomî, peyveke Helenî ye. Tê wateya “Debara malê.” Wateya peyvê ev e, yanî karê mal e, zanista aboriya mal e. Ev karê jin e. Di serdema nêz de jin, bi temamî ji aboriyê hatibû qutkirin. Baş e, niha di destê jinê de aboriyek heye? Na, nîn e. Niha aborî, di destê şîrket û zilaman de ye. Dema ez vê dibêjim her kes şaş dimîne.
Fikra azadiyê
Li gorî min derfeta fikirandina azad pir girîng e. Yê mirov dike mirov, fikirandina azad e, ev hinek di Sokrates de jî tê dîtin. Fikra wî ya azad bi zewacê ve girêdayî ye. Tişta ku min li ser piyan digire fikra azad e. Hûn jî ancax wiha dikarin li ser piyan bimînin.
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN