‘Şoreş, şer û siberoja kurdên Sûriyeyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Adar 2023 - 03:29

Pirtûka bi navê “Rojava-Şoreş, şer û siberoja kurdên Sûriyeyê” ya Thomas Schmidinger a ku beriya niha bi Erebî, Elmanî, Ingilîzî, Spanî, Erebî hatibû çapkirin, niha jî ji hêla Weşanxaneya Şilêrê ya li Qamişloyê, bi wergera Kurmancî jî hat çapkirin. 

Edîb Xalid pirtûk ji Ingilîzî wergerandiye Kurmancî û Rodî Tehlo jî bergeke kurdewar û xweşik ji pirtûkê re sêwirandiye. 

Thomas Schmidinger di pirtûka xwe de çespandineke bi vî rengî dike; “Herêmên xweser ên kurdan ên li Iraq û Sûrîyeyê heta niha hebûna xwe didomînin. Hîn jî şansekî dîrokî heye ku kurdên di seranserê sedsala bîstan da bûn qurbanîyên pergala bi navê Sykes û Picotê, di siberojê da li Rojhilata Navîn di warê xweserîyê da roleka siyasî bigerînin. Pêkanîn û nepêkanîna vê derfeta dîrokî, ne tenê girêdayî polîtîkayên hêzên hegemon e, di heman demê da girêdayî aktorên kurd e jî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.