Înstîtûya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kobanî kovareke nû derxist. Kovara bi navê "Şor û Zanîn" bi hejmara xwe ya yekem derket pêşberî xwendevanan.
Kovarê di vê hejmara xwe ya yekemîn de sernavê "Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e" bikar anîye. Di kovarê de lêkolîn û gotarên akademîk cih digirin. Kovar wekî hejmara Bihara 2023'yan derketiye.
Gotarên di kovarê de li ser zanistên ziman, perwerde, felsefe, jîngeh û zanistên civakî ne ku ji aliyê mamosteyên Zanîngeha Kobanî ve hatine nivîsandin. Kovarê bi rêveberê Zanîngeha Kobanî, mamoste Şervan Mislim re hevpeyvînek kiriye û li ser xebatên wan sekiniye.
Emel Memo bi ser navê "Etûdek li ser polîsî û plansaziya zimanî ya Rêveberiya Xweser" nivîsek nivîsandiye. Evîn Tefûr jî li ser "Bandora çîrokên gelêrî yên zarokan li ser helwesta zarokan" nivîsek hazir kiriye. Egîd Nasro jî bi nivîsa xwe "Fonêm û Allofon di devoka Şêrewa de" di kovarê de cih girtiye.
Li aliyê din Ferat Gernas, Ebdulkerîm Elûş, Pirhişyar Ismaîl, Aras Hiso, Ebdullah Zekeriya û Mihemed Xelîl bi nivisên xwe kovarê şên kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN