Skorskyek hat xistin 12 dagirker birîndar bûn

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê helîkoptereke bi tîpa Skorsky anîne xwarê û yek jê payebilind bi giştî 12 leşkerên dagirker birîndar bûn. 

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê helîkoptera bi tîpa Skorsky a ayîdê Artêşa Tirk a dagirker xist. Di helîkopterê de 2 pîlot, 2 teknîsyen, efserek û 7 leşker birîndar bûn. HPG’ê got:’’Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî berxwedana xwe ya dîrokî mezin dike û vê berxwedanê vediguherîne çalkaiyên afirîner û dewlemend. Bi vî rengî derbeyên giran li dagirkeran dixe. Hêzên me bi rêbazên encamgir teknîka şer a artêşa Tirk a dagirker hedef digire. Hêzên me şeva 16’ê Tîrmehê li Zapê li helîkoptereke bi tîpa Skorsky a ayîdê artêşa dagirker xist. Helîkoptera ku dixwest li qadê bi cih bibe, kete xwarê û tine bû. 12 dagirkerên di hundirê helîkopterê de birîndar bûn. Tevî ku serbazê bi navê Mustafa û 2 pîlotên di rutbeya tegmen de, 2 teknîsyen, efserek û 7 leşkerên dagirker ên di hundirê helîkopterê de birîndar bûne, artêşa Tirk a dagirker hewl da vê çalakiya mezin a gerîla veşêre.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê ev tişt diyar kirin:

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

15’ê Tîrmehê bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku di xwestin kameraya mobesse li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi cih bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

16’ê Tîrmehê hêzên me li helîkopterên artêşa Tirk a dagirker ku dixwestin li Girê Newroz a Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi cih bibin, xist. Helîkoptereke Skorsky ji beşê kuriya xwe derbeyek giran xwar û ket qada ku hewl dida lê dakeve. Hat tespîtkirin ku di vê helîkopterê de serbazê bi navê Mustafa û 2 pîlotên di rutbeya tegmen, 2 teknîsyen, efser û 7 leşkerên dagirker birîndar bûne.

17’ê Tîrmehê hêzên me yên YJA Starê mudaxeleyî tevgera helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin.

16’ê Tîrmehê li droneke aîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin û hate tinekirin.

17’ê Tîrmehê bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin. Di encama çalakiyê de projektorek, kamereyeke mobesse û teqemeniyên aîdê dagirkeran hatin tinekirin.

15’ê Tîrmehê bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li çeperekê hate xistin.

16’ê Tîrmehê du caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û çeperek hate tinekirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

16’ê Tîrmehê bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Metînayê

16’ê Tîrmehê hêzên me mudaxileyî tevgera helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî kirin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

16’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombekirin.

15 û 16’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hêmin, Lolan, Kolît, Sinînê û Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 12 caran, qadên Girê, Zengil û Deşta Kafya yên herêma Garê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê 2 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15, 16 û 17’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê, bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.