- Partiya Çep a Kesk û HDP: Ji rêxistina bajar û navçeyan heta bi ya navenda giştî, ji meclîsên me heta bi komîsyonan, tevahiya avahiya me ya rêxistinî lazim e ji nû ve û bi hev re bi awayekî ji têgeha burokratîk û navendî qut, em bi rêxistin bikin.
Di civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Çep a Kesk û HDP´ê de tabloya ku encamên hilbijartinê derxistin holê û rêyên çareserkirina pirsgirêkan hatin minaqeşekirin. Di civînê de mecbûrbûna xwe ji nû ve avakirina ji cihê cih ber bi navendê ve hat qebûlkirin.
Meclîsên Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) û HDP´ê piştî civîna xwe bi daxuyaniyekê got, “Di serdema nû de baweriya me xurt e bi meşa bi hêza rexne, xwerexnekirin û diyalogê, jinûve avakirina warên em li wan bibinketî ne û hiqûqa hevrêtiyê jidiltir saz bikin.”
Endamên meclîsên partiyên Partiya Çep a Kesk û Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), ji bo ku encamên hilbijartinê binirxîne, bi pêvajoya xwenûkirin û veguherînê, ji bo diyarkirina xeta nû ya têkoşînê, 6 Hezîranê civîna xwe li dar xistibû. Encamnameya vê civînê hat eşkerekirin. Di danezana encamê de partiyan got, di avakirina Komara Demokratîk û çareseriya meseleya Kurdistanê de ew israr bikin. Di heman danezanê de hat gotin, rêxistina di nava partiyê de û awayê siyasetê wê ji nû ve bê avakirin.
Di civînê de tesbîtên li jêr ên ku meclîs li ser mitabiq bûne, hatin kirin:
- Bibinketina di hilbijartinan de ji rewşa me ya kirdeyî ne serbixwe ye. Ev bibinketin ew qasî ji avahiya partiyê peyda bûye ku em nikarin di nava mijarên diyarkirina namzetan, kêmbûna rêxistinê, cihêtiyên di helwêstên siyasî de û çawaniya kampanyayê tengav bikin.
- Bivênevê, tevahiya avahiyên sazûmanî divê mihasebeya vê demê bikin da ku karibin xwe di warê siyasî û rêxistinî de nû bikin. Berpirsiyarî û mecbûriyeta siyasî ye ku em di pêvajoyeke rexne û xwerexnekirinê ya jidil û çêker re derbas bibin û xwe nû bikin.
- Em li aliyekî israr dikin di fikriyata HDP´ê de ya ku yekûna têkoşînên dîrokî yên bi şiyara ‘Di pîvanan de hişk, di pratîkê de nerm’ e. Li aliyê din jî em di warê xurtkirina peywendiyên civakî de jî di avakirina çerxên nû de afirîner û nerm bin.
- Di helwêsta îdeolojîk-siyasî ya Rêya 3´yem de ya li derveyî du xetên hegemonîk ê sîstemê, ji ber helêsta dema hilbijartinên serokkomariyê de hin zerar çêbûn. Em vê zerarê bi hev re çê û temîr bikin.
Ji cihê cih ber bi navendê ve
Di danezanê de yek ji xalên herî muhim meseleya xwejinûve birêxistinkirina ji jêr ber bi navendê ve bû: “Têgeheke nû ya siyasî û rêxistinî ferz e. Pêdiviya herî muhim pêvajoyeke rexne û xwerexnekirinê ya jidil û nirxandinên ku wê xurtiyê li serdema nû zêde bikin. Ji rêxistina bajar û navçeyan heta bi ya navenda giştî, ji meclîsên me heta bi komîsyonan, tevahiya avahiya me ya rêxistinî lazim e ji nû ve û bi hev re bi awayekî ji têgeha burokratîk û navendî qut, em bi rêxistin bikin. Di serdema nû de baweriya me xurt e bi meşa bi hêza rexne, xwerexnekirin û diyalogê, jinûve avakirina warên em li wan bibinketî ne û hiqûqa hevrêtiyê jidiltir saz bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN