Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e 

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:50

  • Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol da zanîn ku Rêber APO gotiye, 'Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e' û wiha axivî:"Bi peymaneke nû re tacîdarkirina hewldana aştiya mezin bi kêrî her kesî tê. Divê di merheleyên pêş de kanalên hiqûqî bikevin dewrê."

Endamê Şandeya Îmraliyê û parêzerê Buroya Huqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol nîqaşên der barê pirsgirêka Kurd de û peyamên Rêber APO û mijarê pêvajoyê ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Faîk Ozgur Erol da zanîn ku Kongreya PKK'ê ya 12'emîn Kongreyeke dîrokî ye û got: "Di pêvajoya ku bi banga Birêz Ocalan a 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' dikare bê pênasekirin de, PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn pêk aniye, ev mîladeke krîtîk e. Dîroka 9'ê Gulanê ku kongre hate ragihandin, niha bûye yek ji rojên dîrokî, mîna 27'ê Sibatê. Rêveberiya PKK'ê ji destpêka pêvajoyê heta niha her tim li rex Birêz Ocalan sekinî û tevî şert û mercên nebaş û dem bi sînor jî ragihandin ku wan kongre li dar xistiye. Birêz Ocalan ji ber vê helwesta ku bersiv da banga wî spasiyên xwe pêşkêş kir û biryarên di kongreyê de hatine girtin silav kir. Diyar kir ku ev guherîneke girîng a paradîgmayê temsîl dike." Erol têkildarî guhertina paradîgmayê wiha axivî:"Nirxê paradîgmayî yê vê guhertinê ew e ku ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên bindest stratejiyeke siyasî pêşniyar dike. Di nuqteya ku ev guhertin pêk tê de, rêbaza têkoşîna çekdarî jî tê terikandin. Mijareke din jî di rêveberiya dewletê de û di têkiliyên Kurd-Tirk de guhertina paradîgmayê ye. Birêz Ocalan vê pêvajoyê weke 'ji aliyê komarê ve bi awayekî demokratîk hatiye tacîdarkirin' bi nav dike."

Hîmê civaka demokratîk 

Erol da zanîn ku hêmaya 'civaka demokratîk' ku di bangê de cih digire encama rêgezên kurewî û gerdûnî ne û got:"Di roja me ya îro de nêzî 180 netewe-dewlet hene. Lê me dît ku wek neteweyeke cûda bi destxistina statuyê û xêzkirina sînoran ve pirsgirêk çareser nabin. Di rastiyê de em dibînin ku beşeke mezin a şer û pevçûnên îro li ser bingeha nakokiyên etnîkî, olî yan jî mezhebî ne. Her wiha em dizanin ku Rojhilata Navîn herêma ku ev pirsgirêk herî zêde lê tê jiyîn e. Divê bersiv bê vegotin bê em ê çawa bi hev re bijîn. bêyî ku hevdu qir bikin û bêyî ku êrîşî hev bikin û bêyî ku hebûna komeke din weke gefekê li ser hebûna me bibîne an jî xwe ji yên din baştir hîs dike. Divê helwesta me ev be. Têgeha civaka demokratîk îdîa dike ku bersivek ji vê pirsê re ye."

Sosyalîzma civaka demokratîk 

Piştî banga Rêber APO nîqaşên der barê sosyalîzma demokratîk zêdetir bûn û Erol wiha behsa mijarê kir:"Ocalan dema sosyalîzmê tîne ziman dibêje, ''Sala ku sosyalîzma reel ji hev belav bû, bi ya min sala 1990'î bû, min berê jî gotibû ku di sosyalîzmê de israrkirin di mirovbûnê de israr e û heta veguheriye pirtûkekê.'' Bi gotineke din, di hawireke ku herî zêde mirovan işaret bi têkçûn û têkçûna utopya sosyalîst kirin de, kolektîfîzm bi 'mirovbûnê' re ji nêz ve girê da. Li gorî Ocalan, sosyalîzmeke ku demokrasiyê nehewîne nikare hebûna xwe bidomîne. Sîstemeke bêyî demokrasiyê nikare hebe. Em dikarin bibêjin ku Ocalan xwedî perspektîfeke sosyalîzmê ye ku tenê bi Rojhilata Navîn re ne sînordar e. Bi rastî jî li ser esasê sosyalîzma demokratîk banga yekemîn enternasyonala sedsala 21'an dike, sosyalîst, komunîst û aktîvîstên li qada navneteweyî dawet dike ku van van nîqaş bikin."

Gavên yek alî ne realîst e 

Erol têkildarî nîqaşên ku gavên ji aliyê dewletê ve bên avêtin wiha axivî:"Birêz Ocalan pêvajoya heyî bêyî ferzkirineke derve weke însiyatîfeke yekalî, beyana yekalî ya vînê bi rêxistin kir. Lê belê, ji bo qonaxên piştî wê yên pêvajoyê bi gavên yekalî werin meşandin, ne realîst e. Qonaxa ku heta niha gihîştiye, dibe ku weke qonaxa muzakereyê ya destpêkê bê binavkirin. Bangek hat kirin, kongreyek pêk hat û bû yek ji mijarên ku ne tenê li ser Tirkiyeyê di rojeva navneteweyî de jî ji nêz ve tê şopandin. Ji bo rakirina astengiyên li pêş têkiliyên Tirk-Kurdan de, divê şert û merc bên afirandin ku karibe xwe îfade bike û ev yek dikare serî li sosyalîteyên Kurd û Tirk bide û bigihîne hev.’’

MA/SELMAN GUZELYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.