Siyaseta çepê li Fransayê vegeriya

Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:21

  • Li Fransayê hilbijêran di tûra yekê ya hilbijartina giştî ya ji bo 577 kursiyên Meclîsa Neteweyî yekşema bihurî deng da.

SELMA AKKAYA

Li Fransayê hilbijêran di tûra yekê ya hilbijartina giştî ya ji bo 577 kursiyên Meclîsa Neteweyî yekşema bihurî deng da. Di hilbijartinan de dengên tifaqa çepgir a bi serokatiya Jean Luc Melenchon (NUPES) û tifaqa serokkomar Emanuel Macron a bi navê Ensemble (Bi hev re) bû du hêzên herî xurt û hema hema bi qasî hev deng wergirtin. Li gorî encamên destpêkê NUPES´ê ji sedî 26,1’ê dengan wergirt û

Ensemble jî ji sedî 25,6’ê dengan wergirt. Li gorî texmînan bi van encaman Ensemble ya bi serokatiya Macron wê di tûra diduyê ya hilbijartinan de yekşema bê 275 ta 310 parlamenteran bi dest bixe. NUPES jî ji 180 ta 210 parlamenteran wê bi dest bixe. Ji bo pirraniya li parlamenê pêdiviya Macron bi 289 kursiyan heye.

Di tûra yekê de hêza sêyem bû Hevgirtina Neteweyî (RN) ya nijadperest û ji sedî 18,68´ê dengan wergirtin. Marine Le Pen a ku serokatiya vê partiyê dike, li herêma Calais, di tûra yekê de ji sedî 55´ê dengan wergirt û bû parlamenter jî. 

Lê di tûra yekê de hêza herî mezin a wan ên ku dengê xwe nedan bû: ji sedî 52’yê 48 milyon hilbijêran dengê xwe neda. 

Di tûra diduyê de namzetên ku ji sedî 12,50 û bêhtirê dengan wergirtin e wê 19’ê Hezîranê bidin ber hev. Ji van namzetan kî dengê herî zêde bigire wê bibe parlamenter. 

Tifaqa partiyên çepgir heyatî bû 

Bi hewldana Jean-Luc-Melenchon ê di hilbijartinên serokkomariyê de bû sêyem, tifaqa çepgir a NUPES hat damezrandin û tê de LFI, Partiya Keskan (EEVL), Partiya Sosyalîst (PS) û Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) cihê xwe digirin. NUPES yanî Yekîtiya Gel a Nû ya Ekolojîk û Civakî, bi van dengan desthilata Macron jî xiste tehlûkeyê. 

Bereya Macron û nijadperest jî bi tifaqan ketin hilbijartinê. 

Pirranî ne garantî ye

Li gorî texmînên niha û encamên tûra yekê ya hilbijartinê, zehmet e ku Macron li meclîsê pirraniyê bi dest bixe û hikûmetê ava bike. Ji ber wê wê li hin wilayetan vê hefteyê di navbera partiya Macron û namzeyên ji sedî 12,50 hindiktir deng wergirtî de hin bazar bên kirin. Axir halê hazir piştî tûra yekê tifaqa ku Melenchon damezrand ya herî serketî ye. Ew ê jî hewl bide di tûra 2’yê de bazarê bi namzetên kêm deng wergirtî re bazarê bike. Li gorî gelekan ev bazar wê encamê esas diyar bikin. Ji ber ku Melenchon ji niha ve hesabên Macron xira kirin, yekşema bê hilbijartinên Fransayê wê muhim bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.