Siyabend Guler 10 salî ye û li alabanê dixe. Li gorî nûçeyan Zerya Can a di ANF´ê de Siyabend Guler li Taxa Şerefye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, û birayê wî yê biçûk Semend Guler ê 8 salî li balabanê didin. Xelkê taxê li dora wan kom bûye û dibêje, Siyabend û Semend rahiştine bilûra Egîdê Cimo.
Siyabend Guler ji Zerya Can re gotiye, wê 8 salî dest bi lêxistina balabanê kiriye û ji hingê ve li kilamên li berhemên Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo dixe. Siyabend ji bavê xwe hînî vî hunerûî bûye. Siyabend ji Êlihê ye û ji bo ku civak xwedî li vê çandê derkeve bajar bi bajar digere û li bilûr û balabanê dixe. Guler bi bavê xwe yê bilûrvan Çetîn Guler re li bajarên Kurdistanê digere û li kûçeyan hunerê xwe dide nîşankirin.
Guler, muzîka kilamên dengbêjan bi nota lêdixe, ji bo fêrî hemû formên muzîka Kurdî bibe bernameyeke dorfireh ji xwe re çêkirine û paşê dixwaze di vî warî de bibe perwerdekar. Xeyala herî mezin a Guler ew e ku wekî Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo serketî be.
WAN