Şirket Holandî Mal Elman Kujer Tirk

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 03:47

  • Derket holê ku mûşekên qatil ên dewleta Tirk bi teknolojiya ji bo alavên tibî ya Holandî hatine çêkirin. Ji bo vê dewleta Tirk şirketa FEMSAN bi kar aniye. Holanda jî îdîa dike ku mal û teknoljiya hatiye firotin, nakeve ber kontrol û destûra wezaretên wê.  

LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT

 

Saziya Conflict Armament Research (CAR: Lêkolîna Çekdarîbûna Şerî) raporek li ser mûşekên dewleta Tirk ji bo bombekirina Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, weşand. Rapor derdixe holê ku parçeyên heyatî ne ji bo muşekên ji balefiran tên avêtin li hedefê bixin, ji Yekîtiya Ewrûpayê hatine firotin. Şirketa motoran a Tirk FEMSAN ev parçe kirrîne û ji bo van mûşekên leşkerî bi kar anîne. Ji destpêka hilberîna van mûşekan ve, yanî ji sala 2017'an ve, FEMSAN garantî dike ku ev parçe tenê ji bo bikaranînên sivîl hatine kirrîn. Heta bi peymaneke 2021'ê îmzekirî, garantî dike ku tenê ji bo bikaranînên tibî yên diyarkirî, ev parçe bên bikaranîn. Lê rapora CAR derdixe holê ku di mûşekên dewleta Tirk de ev parçe piştî sala 2021'ê jî hatine bikaranîn. Bi rêya vê raporê eşkere dibe ku dewleta Tirk, şirketên cihê bi kar tîne da ku van parçeyên heyatî yên ji bo teknolojiya kuştinê, bi dest bixe.

CAR'ê li ser parçeyên mûşekan ên piştî Hezîrana 2021'ê ên 17 êrişên li dijî Kobanê (5 êriş), Amûdê (5 êriş), Til Temir (êrişek), Qamişlo (5 êriş), Dêrik (Êrişek) lêkolîna xwe kiriye. Di encama vê lêkolînê de derketiye holê ku şirketa Tirk FEMSAN'ê ji şirketa Kendirion a Holandî parçeyê manyetîk ên dengeya mûşekê misoger dike, kirriye. Ev parçeyê hanê yê şirketa Holandî li Elmanyayê hatiye hilberîn. Ev parçe li cihê 10 êrişan hatine dîtin. Ya pêşî di êrişa 30 Hezîrana 2021'ê de li dijî bakurê gundewarê Kobanê hatiye bikaranîn. Sisiyên dawî jî 11'ê Gulana 2022'yan li cihê êrişa li dijî navenda Kobanê hatin berhevkirin.

Dek û dolaba Tirkan   

Şirketa Tirk FEMSAN'ê ev parçeyên ku weke frenên elektromagnetîk tên zanîn, ji şirketa Holandî Kendrionê kirrîn û gotiye, ew ê van parçeyan tenê ji bo ambulansan bi kar bîne. Ev parçe ji bo maşînên xwîndan û xwînwergirtinê yên di ambulansan de tên bi kar anîn. Lê wê hingê ji bo armanca dawî ya bikaranîna van parçeyan bi peymaneke cihê mohr nekiriye. Gava wê xwestiye van parçeyan careke din bikire, di Mijdara 2021'ê de ew peymanekê îmze dike. Di vê peymanê de ew qebûl dike ku ev parçe bi ti awayî di malzemeyên leşkerî de neyên bikaranîn, tenê ji bo armanca tibî ya diyarkirî ev parçe wê bên bikaranîn.

Lêkolîna CAR'ê derdixe holê ku ev ne rast e. Lewma parçeyên guherî yên ku piştî 2021'ê hatine firotin jî di mûşekan de hatine dîtin. Yanî FEMSAN'a Tirk peyman binpê kiriye. Li ser pirsa CAR'ê jî wê îdîa kiriye ku ev parçe piştî Mijdara 2021'ê ji bo ti kar û amûra leşkerî nehatiye bikaranîn. Îdîaya wê ew e ku parçeyên beriya peymanê di çêkirina mûşekan de hatine bikaranîn. Yanî qebûl dike ku berê derew li şirketa Holandî kiriye. Jixwe li cihê 14 êrişan parçeyên tetikê yên FEMSAN’ê hatine dîtin. Yanî çi berê û çi niha, FEMSAN van parçeyan ji bo armancên leşkerî çêdike. 

Lê lêkolîna CAR'ê nîşan dide ku parçeyên modelên nû yên paşê hatine firotin jî di roketên dewleta Tirk ên ji bo şehîdkirina sivîl û şervanên Rojava hatine bikaranîn. Jixwe li ser pirsa CAR'ê şirketa Holandî Kendrionê daye zanîn ku wan modela xwe bi pêş xistiye û ev modelên bipêşxistî jî firotine FEMSAN'a Tirk, bi şertê ku parçe tenê di ambulansan de bên bikaranîn. Di navbera 2018'an û 2020'an de gelek caran FEMSAN'ê piştrast kiriye ku parçe wê tenê ji bo armancên sivîl bên bikaranîn, lê ev hem hingê derew bû û hem jî li gorî dane û delîlan, niha piştî mohrkirina peymanê jî derew e.

 

Ne xema wezareta Holandî ye

CAR'ê li ser firotina van parçeyan têkilî bi Wezareta Karên Derve û Kontrola Hinardekirina Malên Stratejîk re daniye. Wezaret dibêje, ev parçeyên hanê ku dikarin hem ji bo armancên sivîl û hem jî yên leşkerî nakevin ber kontrolê. Ji Wezaretê îdîa kir, ji ber ku FEMSA jî ne li ser Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û Emerîkayê ya mueyîde û cezayan e, ne lazim e ev firotin bê kontrol kirin. Haya Şirketa Kendrionê jî jê hebûye ku ti kontrol û destûr ji bo vê bazirganiya mirinê hewce nebûye. Ji ber ku bihevvekirina parçe û di sîlehan de bikaranîna wê jî ne li Ewrûpayê, lê li Tirkiyeyê bûye. Yanî wezareta ku berpirs e, xwe ji berpirsiyariyê dişo.

Di nava parçeyên mûşekên Tirkan de yên ji Emerîkayê jî hene. Yek ji van cîroskopa dîjîtal a şirketa Analog Devices, Inc. e. Dewreyên çapkirî yên elektronîk ên li Çînê çêkirî jî di nava parçeyên mûşekan de hatine dîtin.

Kî wê çawa kontrol bike?

Sîlehên kuştinê yên bi teknolojiya bipêşketî, dikarin ji gelek parçeyên dîjîtal, elektronîk û bi xêra bernameyên kompûteran bên amadekirin. Ji ber vê yekê kontroleke dijwartir a li ser van teknolojiyan, nexasim jî di warê astengkirina ji bo armancên leşkerî muhim e. Lê ya ji wê jî muhimtir ew e ku piştî firotinê jî kontroleke bikaranîna dawiya dawî bê kirin. Tevî ku berpirsiyariya wezareta derve û kontrolkirina firotina malên stratejîk a Holandî ye, ew tercîh dike, vê bazirganiyê weke pirsgirêk nebîne. Lê bi sîlehên di encama vê bazirganiyê de tên çêkirin, zarok, sivîl û şervanên rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrî tên şehîdkirin. Rapora CAR'ê ev yek bi xweşikî, weke ku ta bi derziyê ve bike rave kiriye. Belkî bi rêya vê raporê hin gavên hiqûqî bi destê Rêveberiya Xweser karibin bên avêtin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.