Divê sûc bên lêkolînkirin

Duşem 2 Hezîran 2025 - 02:55

Siyasetmedarên li kantona Tebqayê tekez kir ku eger xebatên Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê tenê ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma berê bin, dê sûcên li dijî gelê Sûriyeyê dewam bikin û divê sûcên dewleta Tirk û yên DAIŞ'ê jî bên lêkolînkirin.

Di 18’ê Gulanê de desthila Şamê Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê ava kir, lê karê wê tenê lêkolînkirina tawanên rejîma berê ya Baasê ye. 

Derdorên cuda yên civaka Sûriyeyê fikra ku karê vê komîsyonê tenê tawanên rejîma Baas be, qebûl nekir, ji ber ku ev yek mafên kesên ku ji ber sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtine, winda dike û tê wateya ku xetereya şerê navxweyî hîna jî heye.

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Yasir El Kurdî diyar kir ku partiya wan dixwaze ku ev komîsyon ji bo lêkolînkirina hemû tawanên ku li dijî gelê Sûriyeyê hatin kirin e û hemû sûcdarên ku kiryarên tawankarî li dijî pêkhateyên Sûriyeyê pêk anîne werin darizandin.

Yasir El Kurdî pirsa mafên şêniyên Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê kir, ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek tawan li dijî wan pêk anîn lê karê Komîsyona Dadweriya Pêşvajoya Derbasbûnê tenê tawanên rejîma berê ye.

Hevseroka şaxê Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kantona Tebqayê Barîn Mamo jî diyar kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê her tim dibêje ku divê dadweriya pêvajoya derbasbûnê ji tevahî Sûriyeyê be, ji ber ku bêyî wê Sûriyeya nû dê li ser bingehên rasteqîn neyê avakirin. Ji ber vê yekê divê Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê hemû tawanên ku li Sûriyeyê hatine kirin, yên berê û yên niha, lêpirsîn bike.

Hevserokê buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Tebqayê Xalid El Esker avakirina Komîsyona Dadweriya Pêvajoya Derbasbûnê weke gaveke girîng ji bo aramiya Sûriyeyê û avakirina welatekî ji bo hemû pêkhateyan, nirxand.

El Eskar da zanîn ku erkdarkirina Komîsyona Dadweriya Pêvanoya Derbasbûnê bo lêpirsîne tawanên rejîma Beisê, dadweriyê berovajî dike û nabe sedema aramî û aştiyê li welat. Her wiha diyar kir ku hebûna sûcdarên şer, çeteyên dewleta Tirk a dagirker rê li ber berdewamiya sûcan vedike û welat di bin xetereya şerê navxweyî de dihêle.

El Eskar di dawiya axaftinên xwe de xwest ku dadweriyeke pêvajoya derbasbûnê ya berfireh pêk were, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de be, da ku ew bingeheke bihêz ji bo siberoja Sûriyeyê ava bike.

ANHA / TABQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.