Rejîma faşîst şer dewam dike

Sêşem 2 Gulan 2023 - 15:26

HPG'ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 1081 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. HPG´ê got, dewleta Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî êriş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla.

Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin, “Rejîma şerê taybet a faşîst a AKP-MHP´ê ji aliyê siyasî û aborî ve têk çûye, li ser bingehê tinekirina îradeya azad a gelê Kurd, şerê xwe yê qirêj dewam dike û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne.

Rejîma AKP-MHP'ê ya sûcdarê şer, ji Mêrdînê heta Botanê, ji Botanê heta Serhedê li Bakurê Kurdistanê bi hezaran dagirkerî û teknîkeke bêdawî bi dehan caran êrişên ji bo tinekirinê kirin. Li gel vê yekê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî encama dixwaze bi dest bixe.

8 caran bi çekên kîmyewî êriş kirin

Çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi qasî ku hêzên me tespît kirin 76 caran bi balafirên şer, 61 caran bi helîkopterên êrişê, 944 caran bi tank, top, obus û çekên giran bi giştî 1081 caran hatin bombekirin. Artêşa Tirk a mêtinger sûcên xwe yên şer zêde kir, li ser çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. Rejîma faşîst bi rengekî çavsorane her cûre sûcê şer û li dijî mirovahiyê dike û ji vê yekê hêviyê dike. Hêzên me li cihên ku dagirkeran êriş kirin, bersiv da dijmin û şer qewimî. Di şerî de 2 dagirker hatin kuştin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin û çekeke topê ya 57'an hate îmhakirin.

Ji fedaiyên me yên ku meha Nîsanê li Bakurê Kurdistanê nemir bûn hevrêyên me Xebatkar Bagok, Bager Wan, Hêjar Zozan, Rosîda Bawer, Ekîn Rizgar Malazgîrt û hevrêyê me Botan Goyî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran bûn, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka berxwedanê ya bi rûmet a gelê me nivîsandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku têkoşîna Dilxwaz Gabar û Gulçiya Gabar ji xwe re kirine mîrate û berê xwe dane serketinê, li ser şopa şehîdan û xeta Apoyî bi rengekî bêdudilî wê têbikoşin û doza azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.