Ne insan in û hew
Şemî 7 Cotmeh 2023 - 05:28

- Dewleta Tirk di êrişên xwe yên ji 5´ê Cotmehê ve nexweşxane, stasyonên petrolê, yên elektrîkî, santralên avê û nexweşxane kirin hedef. Di van êrişan de nexweşxaneya Covid-19´ê bi temamî wêran kirin.
Dewleta Tirk di êrişên xwe yên doh û pêr de li Rojavayê Kurdistanê, êrişî temamê xizmetên civakî û insanî kir. Di êrişên dewleta Tirk de nexweşxaneya koronayê ya li Dêrikê bi temamî hilweşiya. Dewleta Tirk bi qest êrişî navendên dabînkirina elektrîkê, gazê û ava vexwarinê jî kir û bi vî awayî bi milyonan mirov ji van xizmetên heyatî bêpar hiştin. Yanî dewleta Tirk û temamê çerxa wê ya leşkerî careke din îsbat kir ku ne insan in. Di êrişan de bijîşkekî mala wî nêzî stasyoneke petrolê jî şehîd bû.
Nexweşxane hilweşand
Dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Covid-19´ê ya li gundê Girê Fera yê bajarê Dêrikê bombebaran kir û wêran kir.
Dewleta Tirk a dagirker pêncşemê bi şev nexweşxaneya Covid-19´ê ya a li gundê Girê Fera yê bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê bombebaran kir û bi temamî wêran kir.
Ji dîmen û wêneyan xuya dike ku nexweşxane bi temamî wêran bûye û êdî nikare bê bikaranîn. Vê nexweşxaneyê wekî din derman ji dehan gundên Dêrikê re peyda dikir.
Bijîşkek qetil kirin
Li aliyê din navê şehîdekî û navê birîndarekî din ên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî Tirbespiyê, diyar bûn.
Welatiyê bi navê Mihemed El Ilêwî (55) pêr êvarê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî navçeya Tirbespiyê de ji serê xwe birîndar bûbû; Mihemed El-Ilewî doh şehîd bû. El-Ilêwî dema ku li mala xwe ya li nêzî stasyona petrolê ya bakurê navçeya Tirbespiyê bû, birîndar bûbû. El-Ilewî ji pêkhateya ereb bû û weke bijîşkekî, xelkê deverê ew nas dikir û ji ber alîkariya wî ya insanî, rêz jê re digirt.
Welatiyê bi navê Samî Nayif Nezal (35) jî ku xebatkarê stasyona Gir Dahol a li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê ye, di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî stasyonê de birîndar bû.
29 gund û dever
Dewleta Tirk a dagirker heta doh piştî nîvrojê 29 gund û dever, 5 stasyonên kehrebeyê, 7 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, stsasyoneke gazê û bendava Çilaxa bombebaran kir. Di encamê de 6 welatî şehîd bûn, 12 welatî jî birîndar bûn. Her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn, 2´yên din jî birîndar bûn.
Şêrawa jî topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Ziyaretê, derdora gundê Dêr Cemal ên navçeya Şêrawayê jî bi çekên giran topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di vê çarçoveyê de gundê Ziyaretê û derdora gundê Dêr Cemal ên navçeya Şêrawayê bi çekên giran tobparan dike.
5 caran li navenda elektrîkê xistin
Dewleta Tirk a dagirker pirr eşkere sûcên şer dike û van venaşêre jî. Dagirkeran navenda ku elektrîkê dide tevahiya Cizîrê, 5 caran bi balefirên şer bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker santrala Siwêdikê ku ceyranê dide tevahiya herêma Cizîrê, 5 caran bombebaran kir. Ji ber êrişan ekîbên agirkujiyê nikarîn xwe bigihînin herêmê.
Balafira bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê jî bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergertin, balafira bêmirov û bi çek noqteya hêzên Hikûmeta Şamê ya li navbera gundên Aqîbê û Soxanekê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di bomberanê de leşker birîndar bû.
Pîlana êrişê ji mêj hebû
Li aliyê din Berpirsê Berpirsê Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî doh tevlî bernameyeke nûçeyan a kanla Stêrk TV bû û got, ew beriya bi mehekê bi êrişa 5´ê Cotmehê hisiyane û êriş ne elaqedarî bûyerên dawiyê ye. Ferhad Şamî her wiha di bernameyê de da zanîn ku hêzên QSD´ê bersivê jî li hin cihan didin êrişan.
NAVENDA NÛÇEYAN
qutîîîî
HRE´yê 5 lerşkerên Tirk kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Ezazê wan bersiva êrişên dewleta Tirk daye û hêzên wê 5 leşkerên Tirk kuştine û 9 jî di vê operasyona wan de bi giranî birîndar bûne.
HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Bi hinceta çalakiya canbexşane ya Enqereyê, êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete li seranserê xetên Bakur û Rojhilatê Suriyê dest pê kirin û dewam dikin.
Di roja 5`ê Cotmehê de, gundên Şewarxa, Merenaz, Kiştîar, Soxanekê, Bênê, Gundê Mezin, Dêrcimêl, Ziyaretê, Meyasê, Şealê, Zîwan, Şêx Îsa, Kefer Naya û bajarokê Til Rifatê bi balafirên keşfê, obus û hawanan ve hatin bombebarankirin. Her wiha gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Malikiyê û gundê Ziyaretê bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Li hemberî van êrişên dijmin, ji aliyê hêzên me ve çalakiyeke bersivdayînê hate lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Di 5’ê Cotmehê de hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a Dabiq a ser bi Ezazê, çalakiyeke taybet li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 9 leşkerên dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de jî maşîneyek û baregeha dijmin derb xwar. Di heman rojê de li gundê Şewarxa yê navçeya Şerayê balafireke bêmirov a artêşa Tirk hate xistin.”















