- Lawijbêj Xale Dêhatî ji pêşmergeyên dêrîn e. Di heman demê de ew şanoger û hostekarê nivîsa xweşik e jî. Ji bo êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û hevklariya aliyên Kurd bi dagirkeran re ew du ristên Şêrko Bêkes bi bîr dixe: Şerte şertî pîlawetî ger xoda destin bida, dojminit petkem weke seg bitxeme jêr pêtewe.
Lawijbêj Xale Dêhatî, bi qasî 50 salan weke pêşmerge li çiyayên Kurdistanê li ber xwe daye. Di dema pêşmergetiyê û piştî pêşmergetiyê bi şanogerî, nivîsîna xweşik û lawijbêjiyê ve mijûl bûye. Xale Dêhatî dibêje, ew xebata ku me kir ji bo vê yekê nebû û hestên xwe wiha tîne ziman, “Ew xebata ku me kir ji bo vê yekê nebû ku ji me zêdetir rêz ji dijmin re bigirin. Berê me digot, dijmin xwe bavêje xaka me, em ê wî biçewisînin, lê niha dijmin me diçewisîne û xak û daristanên me bombebaran dike. Berê me digot, dijmin pê li xaka me bike, em ê darûberan lê bikin agir. Lê niha dijmin tê darûber û axa me dike agir. Aloziyê di navber me de çêdike. Me hemûyan dike dijminê hevdu.”
Çima em bi fîtka dijmin hev bikujin?
Xale Dêhatî pirseke wiha dike “Ji bo çi rêveberên me dijmin radikêşin?” û wiha pê de diçe, “Çima em bi fîtka dijmin hevdû bikujîn? Li gorî min şer ew şer e ku ji bo aştiyê were kirinê. Şer ne ew e ku aştiyê tine bike. Mixabin hewl tê dayîn ku dijmin li ser vê xakê dîlanê bike. Ev xak bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avdan. Lewma bila biratî, aramî û yekgirtin di nava me de hebe.”
Dijmin em xistine bin piyan
Xale Dêhatî ji bo rewşê baş bide fêhmikirin, helbesteka Şêrko Bêkes bi bîr tîne û dibêje, “Şerte şertî pîlawetî ger xoda destin bida, dojminit petkem weke seg bitxeme jêr pêtewe.”
Xale Dêhatî wiha dewam kir, “Mixabin berevajiya helbestê, niha dijmin em xistine bin piyan. Niha ez bi çi kêfxweş bim? Hemû jiyana min pêşmergetî, xebat û xizmet bû. Niha jî xaka min wiha lê hatiye.”
Xale Dêhatî dibêje, "Niha dijmin bi cil û berg û şêwaza me ketiye nava me. Vê jî wiha kiriye ku em dijminê di nava xwe nas nekin. Ev jî ji bo me ne xweş e. Ji ber ku tiştek nemaye ji bo vî miletî bike û pêwîst e em li ser xwe bêne deng.”
Dêhatî bang li aliyên siyasî û hizban kir ku bi her awayî li hev bikin û got: “Ji ber ku di vê demê de gelek pêwîst e Kurd hev bigirin û heger na, ez ê ji we re bêjim;
Ey dil ke min qelim hebê, be qewlî dûjminî Sadem
Nafiroşim mulkî weten be denge coyê hezretî Adem
Lewma eger ev nakokî û dubendî dewam bike, ez ê li çiya û berê vî welatî van herdu rêzan binivîsim, hûn jî çi li min dikin bikin."
ROJNEWS/SILÊMANÎ