Doh me di nûçeya xwe ya ‘Jineke din ji destê çeteyan rizgar bû’ de behsa Sîpan Xelîl Îsmaîl (21) kiribû. Sîpan Xelîl ji JINHA’re behs kiriye ka çi hatiye serê wê.
Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê Sîpan Xelîl dibin bajarê Mûsilê, piştre jî dibin Reqayê û 7 salan di destên çeteyan de dîl dimîne. Di nav 7 salan de Sîpan zimanê Kurdî ji bîr kiriye. Hest û fikrên xwe bi Erebiyeke lawaz tîne ziman.
‘Du salan di odeyekê de ez hatim hepiskirim’
Sîpan wiha behsa serpêhatiya xwe dike:“Di roja fermanê de ez li gel hemû malbata xwe ketim destên çeteyan. Destpêkê em birin dibistana seretayî ya gundê Koço û piştre em birin Mûsilê û ji wir jî em birin Reqayê. 7 salan ez di xeta Reqa û Dêrezorê de çûm û hatim. Ez û li gel min bi hezaran jinên ciwan ên Êzîdî li Reqayê em birin biryargehên çeteyên DAIŞ’ê. Li wê derê hemû cureyên tundî û tecawizê li hemberî me bi kar dianîn. Çeteyan jinên Êzîdî bi kar dianîn û careke din difirotin. Min jî firotin çeteyek DAIŞ’ê yê Lubnanî. Du salan di malekê de, di odeyekê de ez hatim hepiskirin. Li wê derê bi Kurdî axaftin qedexe bû. Zimanê Erebî wê bihata axaftin û hemû rê û resmên dînê Misilmantiyê wê bihatana bicihanîn. Vê çeteyê ku ez kirîbûm, dixwest min bibe Lubnanê. Bi riya qaçaxî dema ku em di wesayîda ku wê biçûya Lubnanê de bûn, mayîn teqiya û ew çeteyên di wesayîdê de hemû mirin. Ez jî ji wesayîdê li erdê ketim û li wê derê min xwe gihand gundekî. Li wî gundî malbetekê alîkariya min kir û ez birim Şamê gel malbeteke din. Ez demekê li gel wê malbatê mam û piştre ji bo xwe bigihîjînim malbata xwe, şervan ketin navberê û ez ji wê derê rizgar kirim. Ez anîm mala Êzîdiyan a li Rojava. Wan gelek baş li min mêze kir. Di pêvajoya dawî de em du caran hatin ser sînor lê belê Iraqê rê neda em derbasê Şengalê bibin. Çima wisa kirin min fam nekir.
‘Min Ezîdîtiya xwe ji bîr nekir’
Min 7 salan Êzîditiyê her dem di dilê xwe de veşart. Min tu carî ji bîr nekir ku ez jineke Êzîdî me.’’
NAVENDA NÛÇEYAN