- Piştî ku KCK’ê ragihand li hemberî Rêber Abdullah Ocalan nameyên bi armanca gefa kuştin û jehrîkirinê hatine şandin, xelkê Kurd seranserî Ewrûpayî daket meydanan.
KCK´ê ragihand ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan name hatine şandin û bi van nameyan gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Vê yekê rê vekir li ber nerazîbûneke mezin di nava Kurdan de. Li Ewrûpayê jî Kurd li ser banga KCDK-E´yê daketin meydanan.
BIEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê bi banga KCDK-E’yê Kurd û dostên xwe yên ji Bern û Freîburgê hatin, ji Bahnhofplatza Bîelê heta bi Zentralplatzê meşiyan. Piştî çalakiyê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin;’’Gelê me û hêzên me, di mijara tenduristî û ewlehiya Rêber APO de hesas in. Divê ciwan ji bo Rêber APO meydanan dagirin. Divê xelkê Kurd tekoşîna azadiya Rêber APO geş bikin.’’ Siyasetmedar Nejdet Atalay jî got;’’Ji bo azadiya Rêber APO em her gav têbikoşin.’’ Atalay di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna meşa mezin a li Lozanê kir ku wê 22’ê Tîrmehê were lidarxistin. Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.
CORBEIL: Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li ber avahiya şaredariya banliyoya Corbeila Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev, di çarçoveya pêngava ‘Cenga azadiyê bi ser bixin’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Ciwanan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan û ber bi stasyona navendî ya trênan ve meşiyan û bi deqeyekê rêz ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê girt. Li ser navê TCŞ’ê daxuyanî li ber avahiya şaredariyê hat xwendin û wiha hate gotin;’’Rêber Apo, di şertên girankirî yên tecrîd û êşkenceyê de 24 sal in ku li Girava Îmraliyê bi awayekê bêhempa li ber xwe dide, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîla, serî li ber faşîzma Tirk û polîtîkayên şer ên taybet natewînin. CPT û Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mîna wan, dengê xwe nakin, tu helwestê nîşan nadin û dihêlin faşîzma Tirk bi pêş ve biçe. Nameyên gefxwarinê ku ji Rêber Apo re hatine şandin, divê em ciwanên Kurd weke rewşeke asayî nebînin.’’ Di dewama daxuyaniyê de, bang hat kirin ku ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê li her derê rabin ser pêyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga seferberiyê ji bo lidarxistina çalakiyan hat kirin.
VILLIERS LE BEL: Li banliyoya Villiers Le Belê jî endamên TCŞ'ê çalakiya 'Azadî ji Rêber Apo re' lidar xistin. Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "PKK gel e gel li vir e" qîriyan û piştî ku saetekê meşiyan, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin;"Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li her derê çalakiyên xwe bênavber dewam bikin. Sînor êdî ji hêrsa me re nemaye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ya fîzîkî ye. Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin û bi çalakiyên hîn mezin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin."
REUTLINGEN: Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi dehan ciwan li bajarê Reutlingen ê Elmanyayê li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava 'Cenga azadiyê bi ser bixînin' daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Meşa ku ciwanên ji bajarên Reûtlîngen û Tubîngenê tevlî bûn, li Lîstplatzê destpê kir û li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan pankart hatin hildan. Ciwanan her wiha li ser tecrîda giran a li Îmraliyê belavok belav kirin û li Marktplatzê jî daxuyaniyek bi zimanê Elmanî dan. Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku bi ruhê seferberiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin meydanan.
NAVENDA NÛÇEYAN