Sînor derbas kirine

În 16 Hezîran 2023 - 15:11

MUHSIN EL MISRÎ / ANHA / QAHÎRE

Tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn ên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dewam dikin. Çavdêr dibêjin, diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re, çareya herî guncaw a ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Lêkolera Misrî û endama Înîsiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Dr. Ferînaz Etiye, derbarê mijarê de got, “Her kesê ku berhemên Ocalan xwendiye, bi adilbûna doza wî û felsefeya wî bawer kiriye, ji bo dananîsa fikrên wî bi dilxwazî hewl dide rastiyê li pêşiya raya giştî ya Ereban, a herêmî û navneteweyî eşkere bike. Her wiha hewl dide doza Ocalan bide nasîn û antî-propagandaya ku hin hêzên herêmî û navneteweyî dikin jî, teşhîr bike.”

Ferînaz eşkere kir ku Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan di destpêka damezirandina xwe de, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan qederê 90 îmzeyên akademîsyen, hiqûqnas, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedarên ji pirraniya dewletên Ereban kom kirine.

Ferînaz bang li rewşenberîn Ereb kir da ku ji bo danasîna doza Rêber Abdullah Ocalan, li mekanîzmayên din bigerin: “Di heman demê de hin astengî li pêşiya çalakiyên hin tevgeran ên têkildarî doza Ocalan derdikevin. Hem amûrên medya dijîtal, hem jî hin dewlet û pergal ji ber zextên dewleta Tirk civîn û çalakiyên li ser war û axa xwe, asteng dikin.”

Divê xwe bigîhînin her kesê

Dr. Ferînaz dibêje, muhim e xwe bigihînin her kesî: “Serketina di vê yekê de dibe ku zexta li ser dewleta Tirk ji bo berdana serokê Kurd zêdetir bike. Berdewamkirina girtina Ocalan binpêkirina qanûnên navneteweyî û prensîbên mafên mirovan ên cîhanî ye. Ev yek daxwaza azadkirina Ocalan rewa dike.” Li gorî Ferînaz, çareseriya herî guncaw a doza kurdî bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dest pê dike. Ferînaz bal bire ser wê yekê ku Rêber Ocalan di projeya xwe de tenê behsa dewleta Kurdan nake, lê belê behsa “projeya neteweya demokratîk ji bo tevahiya pêkhateyên çandî, etnîkî û olî yên Rojhilata Navîn, dike.”

Li Rojhilata Navîn çareserî ye

Dr. Ferînaz Etiye got, tevî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan a qederê 25 salan, fikrên Rêber Ocalan êdî sînoran derbas dikin, projeya wî ya fikrî û felsefeyî mezintir dibe. Tevî hewldanên reşkirinê yên li dijî Rêber Ocalan jî, lê alîgirên fikir û felsefeya Ocalan li seranserê cîhanê zêdetir dibin. 

Lêkolera Misrî Ferînaz Etiye di dawiyê de got, “Projeya Ocalan ji bo tevahiya dewletên Rojhilata Navîn e, bi taybetî dewletên ku lê qewm, ol û taîfiyên cuda hene. Projeya Ocalan dikare li seranserê Rojhilata Navîn bê pêkanîn, ev proje çareseriya herî guncav e ji bo pirsgirêk û aloziyên li herêmê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.