Sînemavanan Îsraîlê protesto kirin

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Tebax 2024 - 00:08

Li Festîvala Filman a Saraybosnayê ku ev cara 30’yî tê lidarxistin, hin sînemavanan di dema meşa li ser xalîçeya sor de al û rengên ku Filistînê temsîl dikin hilgirtin. Wan bi vî awayî xwest Îsraîlê protesto bikin. 

Festîvala Filman a Saraybosnayê ji bo ku êş û azarên şerê di navbera salên 1992 û 1995’an de bikewîne û Saraybosnayê ji nûve bike navenda çandê hatibû lidarxistin. Festîval li peytexta Saraybosnayê ango Bosna Hersekê tê lidarxistin. Festîvala îsal ew ê îro bi dawî bibe. Di festîvalê de 250 film, kurtefilm û belgefilm tên nîşandan ku her yek ji devereke din a dinyayê tevlî festîvalê bûye.

Festîvala her sal xelateke bi navê “Dilê Saraybosnayê, Xelata Rûmetê” dide sînemavanan. Xelata îsal jî lîstikvana Hollywoodê ya bi navê Meg Ryan ji destê rêvebirê festîvalê Jovan Marjanovic wergirt.

BOSNA HERSEK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.