SîneBîr filman pêşkêş dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:32

Li Amedê di bin banê Şaredariya Mezin de “SîneBîr” hate avakirin. 

SîneBîr ku weke sînematekê kar da zanîn ku wan dest bi nîşandana filman kiriye û di dawiya hefteyê de ew ê bê pere filman pêşkêşî civakê bike.

SîneBîr ji meha Çile heta Nîsanê bernameya xwe diyar kiriye û li ser hesabên civaka medyayê belav kirine. Roja şemiyê ew ê ji bo zarokan (ji bo zarokan nexasim filmên karton hatine neqandin) û roja yekşemê jî ji bo kesên temen mezin film werin nîşandan.

Cihê nîşandana filman ÇandAmed e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.