Şînê ragihînin

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:36

  • Nûnerê Sedr ragihand ku heger Çaroveya Hemahengî ji bo kesên di bûyerên dawî de li Herêma Kesk hatine kuştin, şînê ranegihîne, Tevgera Sedr wê bibe dijminê wan ê yekem.

Nûnerê Sedr ragihand ku heger Çaroveya Hemahengî ji bo kesên di bûyerên dawî de li Herêma Kesk hatine kuştin, şînê ranegihîne, Tevgera Sedr wê bibe dijminê wan ê yekem.

Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr tê nasîn, li ser malpera xwe ya twîterê peyameke nû derbarê kesên di xwepêşandanên dawî de hatine kuştin, da.

Salih Mihemed, li ser navê Sedir got, “Heger Çarçoveya Hemahengî ji bo kesên di bûyerên dawî deli Herêma Kesk hatine kuştin, şînê ranegihîne, ji îro û pê ve bi her awayî Tevgera Sedr dijminê wan ê yekem e. Ew hîn jî di daxwaza xwe ya civîna parlamentoyê û pêkanîna hikumetê de dewam dikin.”

Di 29’ê Tebaxê de piştî ku Muqteda el-Sedr bi peyamekê ragihand ku ew êdî xwe ji projeya siyasî vedikişîne, alîgirên Sedr daketin meydanan. Di şer û aloziyên li herêma Kesk a Bexdayê de ji çekdarên Sereya Selamî (milîsên Tevgera Sedr) û hêzên hikûmetê de 30 kes hatin kuştin û nêzîkî 400 kesî jî birîndar bûn.

Piştî ku Serokê Tevgera Sedr, Muqdeta el-Sedr bang li alîgirên xwe kir ku vekişin, rewş hinekî aram bû.

Li Bexdayê bombe teqiya

Medyaya Iraqê ragihand ku li bakurê parêzgeha Bexdayê teqînekê rudaye û di encamê de kesek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Medyaya Iraqê ragihand ku mayînek li bajarokê Temîye yê li bakurê parêzgeha Bexdayê bi wesayîteke Heşdî Şebî de teqiyaye. Kesê hatiye kuştin û birîndar jî çekdarên Heşdî Şebî ne. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.