Şîna şehîd Evîzêd Dêrhînî

Çarşem 31 Tebax 2022 - 06:00

  • Şêniyên wargehê û saziyên wê bi awayekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê.

Bi sedan şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çûn taziya Evîzêd Abdullah Ubeyd  Dêrhînî yê ku di 29’ê Tebaxê de di encama êrişa balefirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker maleke penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de Evîzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) konê sersaxiyê ji bo wî hat danîn.

Şêniyên wargehê û saziyên wê bi awayekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê. Li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara got, “Em ê şopdarê rêya heval Evîzêd bin, em ê wisa nekin dijmin bêje min çavê wan tirsand, ew nikarin êdî di wargeha şehîdan de li ber xwe bidin û wê têk biçin. Em vê sozê didin, em ji hemû gelê xwe re dibêjin, pêwîst e em ruhê wî di mala xwe de, di kolanên xwe de, li cem cîranên xwe bidin avakirin da ku em karibin bi dijmin û xayînan re çok bidin danîn.”

Li ser navê malbatê jî Şahîn Dêrhînî got, “Me û heval Evîzêd di demên zor û zehmet de gelek kar û xebat bi hev re meşandin. Wî hertim ji bo berjewendiyên gel, welat û doza ku di nav de cih digirt, xebat dimeşand. Serê Serokatiya me, gelê me û kesên ku di bin şert û mercên zor û zehmet de li ber xwe didin, sax be.”

YNK jî çû serdana sersaxiyê

Şandeke Malbenda 20´an a Qereçoxê ya YNK’ê jî çû serdana konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê re xwest.

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyên YNK’ê, Xazî Feysel pêşengtiya şandeyê dikir. Wî got; “Em bi vê bûyerê pirr xemgîn in, em ê hertim piştevanê we bin, hûn li hember van bûyeran ti caran bêdeng nebûne. Pêwîst e, kes li hember vê bûyerê bêdeng nemîne, çi ji destê me were, em ê bikin, serketin a gelê Kurd e.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.