‘Şîna min şîna ciwaniyê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:14

Li Kerkûkê li Navenda Çandê ya Kerkûkê bi dirûşma “Şîna min şîna ciwaniyê ye” ji bo tabloyên Xalid Reza pêşangehek hate vekirin ku hemû tabloyên wê taybet bi jinên Kurd in. Pêşangeh 40 tabloyan li xwe digire ku hunermend Xalid Reza di şeş mehên buhirî de çêkirine. Gelek hunermend, hunerhez û rewşenbîran serdana pêşangehê kir.

Hunermend û muzîkjen Klara Elî serdana pêşengehê kir û têkildarî pêşangehê axivî.

Klara Elî anî ziman ku vekirina pêşangehên hunerî ji bo bajarê Kerkûkê gelek girîng e û got: “Bi taybetî ku têkildarî jinan bin. Ji ber ku mijara jinan di nav civaka me de mijareke hestyar e. Ez hêvî dikim em bi rêya vê pêşangehê bikarin balê bikişînin ser maf û rola jinan a di nav civaka me de. Her wiha dixwazin bibêjim ku li gorî welatên din girîngiya li ser hunerê li bajarê Kerkûkê kêmtir e, lewma pêwîstiya me bi çalakiyên wiha heye da ku em bikarin li vî bajarî hunerê pêşve bibin.”

Hunermend Xalid Riza jî têkildarî pêşangehê axivî û got: “Min di şeş mehan de ev tablo ji bo pêşangehê amade kirin û ev pêşangeh duyemîn pêşangeh e ku ez vedikim. Ev pêşangeh ji hêla Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê ve ji bo min hatiye lidarxistin. Pêşangeha min bi dirûşma ‘Şîna min şîna ciwaniyê ye’ hat vekirin. Piraniya tabloyên min taybet bi jinan in, ji ber ku jin beşeke civakê ya girîng in û her tim dibin mexdûr. Rol û girîngiyeke jinan a taybet di nav civaka me de heye.”

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.