Sîlehên kîmyewî rûreş kirin

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:24

  • Ciwanên Kurd û înternasyonalîst cilûbergên spî li xwe kirin û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de ciwanan performanseke şanoya kolanan jî nîşan da.

BERFÎN DENIZ / LEVERKUSEN

Meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst a li Elmanyayê, kete roja xwe ya 6´an. Ciwan doh li Chempark-Leverkusenê civiyan, û li ber navenda giştî ya şirketa Bayern AG, bikaranîna sîlehên kîmyewî li Kurdistanê û nexasim jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst cilûbergên spî li xwe kirin û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de ciwanan performanseke şanoya kolanan jî nîşan da. Pêşî dengê zengilên hewarê hat bihîstin û paşê weke nîşaneya çekên kîmyewî dûyê zer bi ser qadê ve bû. Pê re jî ciwanên sîlehên kîmyewî protest dikirin, xwe avêtin erdê û li erdê demekê dirêjkirî man.

Xemsariya beramberî Helebce îro jî dewam dike

Ciwanan li vir daxuyaniyek jî da û got, "Weke ciwanên Kurd, Katalan, Îtalyan, Elman û Fransî, niha li ber avahiya navendî ya şirketa dermanan û madeyên kîmyewî ya Bayernê, em ji Bayernê dixwazin ku madeyên kîmyewî ji bo herêmên şer çêneke. Bayern, tevî hilberînerê madeyên kîmyewî BASF a ku navenda wê li Lûdwîgshafenê ye, ji bo despotên li tevahiya cîhanê çekên kîmyewî hildiberîne. Madeyên kîmyewî yên sala 1988'an li Helebceyê bi hezaran Kurd qetil kirin, li van febrîqeyan hatibûn hilberandin.

Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ji  5 mehan ve, bi giştî 1762 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Tevî ku gelek caran hatiye îsbatkirin ku li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, saziyên navneteweyî ne dest bi lêkolînê ne jî lêpirsînê kirin. Xemsariya ku doh ji bo Helebceyê hate nîşandan, îro careke din li hemberî gelê Kurd tê nîşandan."

Ciwanan îşaret bi hevkariya Elmanyayê û Tirkiyeyê kir û got, “Em dizanin ku Erdoğan û Baerbock destê xwe dan hev. Hikûmeta Elman dixwaze berjewendiyên pîşesaziya Elman biparêze. Ev helwêsta qirêj a siyasetvanan dibe sedem ku her roj mirov bimirin. Em şîna wan dostên xwe yên ciwan digirin, ên ku li çiyayên Kurdistanê bi gazên kîmyewî canê xwe ji dest didin. Lê em dizanin ku ew ne tenê ji ber gazê difetisin, ew ji ber cotstandartiya rêveberan, hincetên wan ên pûç û lihevkirina wan difetisin. Em ê li dijî van mirovên bê wijdan her nerazîbûna xwe îfade bikin.”

Ciwanan got, ji bo paşeroja xwe bi destê xwe biafirînin, divê ew yekîtiya xwe çêkin, bi wijdan tevbigerin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê li pêşberî Kurdistanê bêdeng nemînin, dawî li komkujiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê bînin. Bijî berxwedana gerîla ya li Kurdistanê, bijî biratiya gelan, bimire hevkariya faşîzma Tirk û Elman."

Roja dawiyê ye

Ciwanan piştî çalakiya protestoyî 20 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin Koln-Mulheimê. Li Koln-Mulheimê ciwan êvarê tevlî panela li ser cinsiyetperestiya civakî bûn. Ji bilî panelê, li Navenda Civaka demokratîk a Kurd (NCDK) a li Mulheimê, nîşandaneke şanoyê jî hebû. Ciwan îro wê li navenda bajarê Aachenê tevlî meşa girseyî bibin û êvarê jî wê şahiyekê organîze bikin. Ew sibe wê beşdarî Festîvala Çanda Kurd a li Ewrûpayê ya 30´î bibin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.