- Parêzer Cebraîl Mistefa: Binpêkirinên li Efrînê dibin ên ku em qeyd dikin ji sedî 20 jî nînin. Ji ber ku îstîxbarata Tirkan û çeteyên wan milet xeniqandine.
LUQMAN GULDIVÊ
Va ye 3 sal di ser dagirkeriya Efrînê re dibihurin. Dagirkeriya Efrînê, ne tenê ew e ku hêzeke dagirker lê bi cih bûye. Hêza dagirker di heman demê de rewşeke misêwa ya zilmê ava kiriye. Em bi Berdevkê Çapemeniyê yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, parêzer Cebraîl Mistefa re peyivîn li ser rewşa penaberên Efrînî li Şehba, binpêkirina mafê mirovan li Efrînê, êrişên li dijî Şehba. Ew dibêje, tenê ji sedî 20´ê sûcên li dijî Efrîniya ew dikarin tomar bikin, ji ber ku xelk ditirse van sûcan ragihîne.
Parêzer Cebraîl Mistefa dibêje, ew ji bilî miletê Şehbayê bi xwe, bêhtirî sed û pêncî hezar penaberên ji Efrînê hene li Şehbayê. Ji bo cihê lê dimînin jî ew dibêje, "Pênc kampên konan li vê derê hene; ya Serdemê, ya Berxwedanê, ya Vegerê, ya Rûbar û ya Xurbetê. Wekî din li Til Rifet, Um el-Hewşê, Til Qireh e û gundên din jî di malên temirî de koçberên Efrînî dimînin. Yanî ev malên hanê, ne yên lê manê ne, ji ber ku miletê me mecbûr bûye, em tê de mane."
Alîkariya navneteweyî nadin
Li ser meseleya alîkairya insanî ya ji bo penaberan jî Cebraîl Mistefa dibêje, ti alîkariya navneteweyî ji wan re naçe û li ser alîkariya kêm û ne bi rêkûpêk jî dibêje, "Alîkariyeke kêm a Heyva Sor a Ereb a Sûrî tê. Ev pirr zeîf e. Ne li gorî rewşê ye. Her serê pênc, şeş mehan carekê tê, mesela tî Şêrawa. Çi belav dike, çend kîlo nîsk, çend kîlo savar, 2 kîlo birinc, şekir, û du, sê teneke jî zeyt in."
Li ser sedemên neşandina alîkariyê jî parêzer Cebraîl Mistefa dibêje, "Hikûmet destûrê nade. Di sîstema navneteweyî de jî ji bo alîkariyek bê kirin, divê di ser rejîmê re bê kirin. Rejîm alîkariyê gava derbasî vir dike, ev tenê ji bo nîşandanê ye; di raporên ji alemê re da ku bibêjin, va ye ez alîkariyê derbasî Şehbayê jî dikim. Lê ne di wê astê de ye ku pêwîst e. Em dikarin bibêjin, ji sedî 5´ê alîkariyê jî nagihîje me."
Ev ambargoya 4´an bû
Li ser ambargoya du mehan dewamkirî ya hêzên hikûmeta Şamê li dijî Şehbayê, Cebraîl Mistefa got, ev ne cara pêşî ye, û ji 2018´an ve ev cara 4´an e ku ambargo li ser Şehbayê tê danîn û wiha dewam kir: "Cara beriya vê, di amabargoyê de ji bo tankêrek mazot 7 milyon lîreyên sûrî bac werdigirtin. Ji bo xwarinê jî bacê werdigirin, derîbê distînin. Wekî din nexweşên giran hene. Heger kesek biçûya Helebê ji bo nexweşxaneyê çar, pênc hezar didan. Yanî mesele ne tenê zad, qût, derman tenê ne, gava miletê me diçû nexweşxaneyê jî nekarî weke adetê biçe. Hê jî li ber çûna nexweşan astengî dewam dikin. Tiştên ku penaberan herî zêde diêşînin niha mazot e, gaz e, xwarin e."
Ew dibêje, Hikûmeta Şamê rewşa penaberan wekî din jî zehmet dike bi rêyên weke belgeyên fermî û eskeriya mecbûrî: "Gelek hene, wê bizewicin, divê biçin saziyên dewletê. Memûrên dewletê yên wezîfedarkirî hene, tên vê derê. Mesela tu wê nasnameyê derêxî, zarok em bibêjin çêbûye. Mirov îmze dikin li vir, piştî ku nasname tê, ji bo ku bide dêûbavan, ji wan dibêje, divê zaroka te biçe saziya rejîmê. Dikarin bi çepilê wan bigire û bi kar bîne. Eskerî jî pirsgirêk e. Tu derbas bibî, bi zorê te digire û dişîne cebheyan. Siyaseteke pirr qirêj dimeşîne."
Em tenê % 20´ê sûcan dizanin
Li ser karê xwe yê ku weke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî Cebraîl Mistefa dibêje, "Em topbarana gund û navçeyan dişopînin, şehîdkirina sivîlan, xirakirina malan, mayînên DAIŞ´ê û çeteyên din ên ku diteqin, ji ber van mayinan gelek zarok mirin û seqet bûn, em van jî qeyd dikin li Şehbayê. Di du mehên pêşî ê salê de di komkujiya li Til Rifetê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ew niştecihên Til Rifetê yên Ereb bûn. Birîndar jî çêbûn. Gundên herî zêde zirar ji ber topbaranê li wan dibe, yên Şêrawa û Til Rifetê ne."
Ew bi bîr dixe ku ev êriş bi armanca komkujiyê ne, ji ber ku tenê li Til Rifetê 5 hezar malbatên penaber ên ji Efrînê hene. Ev xelkê sivîl, tevî ku ti nuqteyên eskerî nînin jî gelek caran tê bombekirin.
Ew her wiha raporên binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê jî qeyd dikin û raporên wan hazir dikin. Bi ya Cebraîl Mistefa, pirraniya binpêkirinan nayên eşkerekirin û zanîn: "Binpêkirinên li Efrînê dibin ên ku em qeyd dikin, ji sedî 20 jî nînin. Ji ber ku îstîxbarata Tirkan û çeteyên wan milet xeniqandine. Telefon û înternet û her tişt tê kontrolkirin. Destdirêjkirin pirr e, girtî pirr in. Hîna beriya çend rojekî li Basûta, malek teqandin. Vîdeoya wê heye, çete dîmenan digirin beriya malê biteqînin. Keçek û zilamekî jiyana xwe ji dest da û ev çendek e ku dor li gund hatiye girtin. Guhertina demografiyê jî jixwe diyar e. Gund in hene, berê 200 malên Kurd li wan hebûn, niha ji 200´î bîst mal nemane."
Ji bo dadgeheke siberojê amade ne
Berdevkê Çapemeniyê yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, parêzer Cebraîl Mistefa dibêje, ew van agahiyan tevî şahidî û belgeyan bi rêkûpêk digihînin komîteyên serbixwe yên mafê mirovan yên Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî û wiha dewam dike: "Bi van raporên me ew jî raporan derdixin, lê berjewendiyên dewletan li pêşiya exlaqê insanî ye. Em dibêjin berpirsiyar dewleta Tirk e, ew dixwazin ser vê perde bikin. Me got, nexêr berpirsiyar dewleta Tirk û artêşa wê ya dagirker e."
Ji bo dadgehkirineke muhtemel jî ew delîlan berhev dikin: "Em bûyeran qeyd dikin, şahidên xwe îsbat dikin, em gişan di arşîvên xwe de bi cih dikin ji bo demên li pêş. Ji bo dadgeheke niştinamî yan jî navneteweyî heger çêbe, em ê nehêlin ku ew ji cezayê xwe xilas bibin. Arşîv li cem me ye, lê bi rêya elaqatên me yên dîplomasiyê em digihînin deveran jî."
Nan jî kirin sîleh
Berdevkê Çapemeniyê yê Rêxistina Mafê Mirova a Efrînê Cebraîl Mistefa dibêje, Hikûmeta Şamê di ser nan re jî zilmê li xelkê Şehbayê dike: "Li Dêr Cimêlê rejîmê serdestiya xwe li ser firnan çêkiriye. Heger nan li Zekiyê tinebe, ez bê nan dimînin. Wekî din halê hazir hin nuqteyên xwe bêlî kirine. Weke Niblê. Li wir. heger ez ne Kurdekî welatparêz bim, ji wan re sîxuriyê bikim, hingê min qebûl dikin. Heger welatparêz bim, ew ê li wir min bigirin û teslîmî rejîmê bikin."
Ew dibêje, rejîm wekî din dixwaze di navbera Kurd û Ereban de jî nakokiyan derêxe: "Li vê derê Ereb jî hene, em birayên hev in. Vê rejîmê em parçe kirin. Rejîm li vir şebîhên xwe yên Beesê bi kar tîne. Dixwaze civakê parçe bike, şer û nîfaqê di nava Kurd û Ereban de peyda bike."