Silava şoreşger ji jinên Kurdistanê re
În 17 Hezîran 2022 - 21:21
- Li Barcelonayê koma xweser a transfemînîsta Azadî-Jin, konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist.
Li Barcelonayê koma xweser a transfemînîsta Azadî-Jin, konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Di konferansê de berxwedana jinên Kurd li dijî dewleta Tirk hat silav kirin. Li Komeleya Mafên Mirovan a Marsîlyayê jî jin civiyan, ji bo piştgiriya bi jinên di hepsên Tirkiyeyê de, çalakiyek kirin.
Koma Xweser a Transfemînîst (Azadî-Jin) li bajarê Katalanyayê Barcelonayê, konferansa xwe ya 3'yan li dar xist.
Konferans bi dirûşma "Dones més enllà de les armes" (Hêza jinan ji çekan xurtir e) pêk hat.
Ji Îtalya, Îrlanda, Ûrûgûay, Eûskal Herrîa, Bakurê Emerîkayê, Katalonya, Spanya û Kurdistanê jin tevlî konferansê bûn.
Di konferansê de qala têkoşîna jinên cîhanê û berxwedana jinên Kurd beramberî pergala Kapîtalîzmê, li dijî pergala faşist û dagirkeriya dewleta Tirk hat kirin.
Delegeyên konferansê bi rengekî komî bi pankartekê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistanê ragihand û berxwedana jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê silav kir.
Name ji girtiyan re şandin
Jinên ku li Komeleya Mafên Mirovan a Marsîlyayê civiyan, ji bo piştgiriyê bidin jinên di girtîgehên Tirkiyeyê de, çalakiyek li dar xistin.
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, endamên Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdistanê re û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li Komeleya Mafên Mirovan civiyan û ji bo siyasetvan, hunermend û rojnamevanên jin ên di hepsên Tirkiyeyê de pêşangeheke piştevaniyê vekirin.
Jinan her wiha ji Gulten Kişanak, Sebahat Tuncel û hunermend Nûdem Dûrak û gelek jinên girtî re jî name nivîsîn û şandin.
BARCELONA/MARSÎLYA