• Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyan dewam dikin. 

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyan dewam dikin. Di çalakiyan de 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, mobesseyek, konekî leşkerî, çeperek hatin îmhakirin, mobesseyek jî hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji bo çalakiyan got, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyên berfereh li dar dixin. Di encama çalakiyên hêzên me de ku bi ruhê milîtaniya Apoyî pêk anîn, 26 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse, konekî leşkerî û çeperek hatin rûxandin, sîstemeke kamera ya mobesse jî hate desteserkirin.”

HPG´ê kite bi kite ev agahî li ser van çalakiyan dan:

Li Xakurkê

23'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Şahan ji aliyê tîmên me yên nîv bi tevger ve ji du baskan ve çalakiyên sekvaniyê û bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

24'ê Hezîranê saet di 13:00 û 15:00 de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Karker hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin. Heman rojê li qada Ermûşê bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Botan hate xistin.

26'ê Hezîranê saet di 08:45'an de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

26'ê Hezîranê li qada Girê Şehîd Kamûran sîstemeke kamera mobesse ya artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

Li Avaşînê

25'ê Hezîranê li quntara Kanî Biyê li dijî komek dagirker, tîmên me yên gerîla yên bi tevger saet di 18:00 de bi çekên ferdî û bombeyan çalakî kir, mîna birûskê bi ruhê êrişê 6 dagirker ceza kirin.

26'ê Hezîranê saet di 08:10'an de bi çekên giran li dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê hate xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker gavekê vekişiyan.

Li Zê (Zapê)

25'ê Hezîranê saet di 13:40'î de tîmên me yên bi tevger, dagirkerên ku dixwestin li derdora Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibin xistin bin kontrola xwe û piştre ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî li wan xistin û 2 dagirker ceza kirin, sîstemeke kamera ya mobesse jî îmha kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî derbên giran li komek dagirker xist û 4 dagirker ceza kirin û konekî leşkerî jî îmha kir.

Li Metînayê

26'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ber bi tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî ve bi pêş ve biçe.

Piştî şerekî giran, dagirker gavekê vekişiyan.

Di 26’ê Hezîranê de saet di 15.15’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve werin, bûn hedefa hêzên me yên YJA Starê. Dagirkerek hate cezakirin. Saet di 15.30’an de jî dema dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin, bi taktîka sabotajê li wan hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Saet di 19.45’an de jî dagirkeran dema xwestin ji helîkopterê leşkeran deynin qadê, bûn hedefa hêzên me. Dagirkeran dîsa hewl da ber bi tunelên şer ve werin, lê hêzên me bi sekvaniyê li wan da û dagirkerek ceza kir.

Di 27’ê Hezîranê de sibehê hêzên me li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û 3 dagirker ceza kirin.

BEHDÎNAN