Siheta du girtiyên Behdînanê xirab e
Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:45
- Parêzerê Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen diyar kir ku rewşa beşekî ji girtiyên Behdînanê ku di greva birçîbûnê de ne, giran e.
Parêzerê Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen diyar kir ku rewşa beşekî ji girtiyên Behdînanê ku di greva birçîbûnê de ne, giran e. Lê rewşa girtiyê bi navê Nêçîrvan Bedîh di metirsiyê de ye. Wî her wiha eşkere kir ku girtiyê bi navê Emced Rêkanî jî bi nexweşiyeke vîrûsê ya cegerê ketiye û siheta xirab e.
Ji parêzerên girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen derbarê rewşa girtiyên Behdînanê de ku bi rojane di greva birçîbûnê de ne, ji Rojnewsê re axivî.Beşdar Hesen got, ew li ser rewşa girtiyên Behdînanê yên ku di girtîgeha Çaksazî ya Hewlêrê de ketine greva birçîbûnê, li gel serokê dozgeriya giştî, serokê desteya mafê mirov û rêveberê girtîgeha çaksazî, sê saetan axivîne. Piştre jî karîne hinek ji girtiyan bibînin.
Parêzer Beşdar da zanîn ku rewşa siheta hin girtiyên di greva birçîbûnê de xirab bûye: “Lê rewşa Nêçîrvan Bedîh di metirsiyê de ye. Her wiha Emced Rêkanî jî bi vîrûsa ceger ketiye û ji ber wê yekê rewşa wî ya tendirûstiyê jî xirab e.”
Di dewamê de Beşdar Hesen got, “Di civîna li gel serokê desteya dadwerî û mafê mirov de ji me re piştrast kirin ku berdana bi merc nehatiye rawestandin. Niha biryar li cem dozgerê giştî ye. Serokê encûmena dadwerî daxwaz ji dozgerê giştî kiriye ku mijarê bi encam bike û bi zelalî nêrîna xwe li ser eşkere bike.”
Piştî ku Dadgeha Hewlêrê biryara berdanê ji bo hin girtiyên Behdînanê derxist, li gorî biryarê diviyabû roja yekem a Cejna Qurbanê ew girtî bihatane berdan. Lê bêyî ku ti sedem were nîşandan ev biryar bi cih nehatiye anîn. Li dijî vê yekê ji roja 22’yê Tîrmehê ve qederê 60 girtiyên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine.
Piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, bi sedan çalakvanên civaka sivîl û kesayetên siyasî hem li navxwe hem jî li derveyî welat ji bo piştgiriya girtiyan ketine greva birçîbûnê û bi rêya medya dijîtal çalakiya xwe ji raya giştî re radigihînin.
SILÊMANÎ