Li kampa penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di roja 98’an de ye.

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar tê lidarxistin. Doh yanî di roja 97´an de koma 49'an çalakî dewr girt. Sibe jî wê koma 50´î çalakiyê dewr bigire. Çalakger dibêjin, heta dawî li tecrîdê bê, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Seyfeddîn Fendîk li ser navê koma 49'an axivî û got, serketin wê ya berxwedêran be.

MEXMÛR