Dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin

Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:35

Du girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Çorluyê ya ku di nava raya giştî de wekî tîpa bîrê tê zanîn, bi daxwaza girtina girtîgehên tîpa bîrê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin.

Desthilata Tirk piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi hinceta ku wê girtiyên ji darbeyê tên darizandin lê bên girtin girtîgehên ewlehiya bilind ên ku di nava raya giştî de wekî tîpa bîrê têne zanîn hatin avakirin. Niha ev girtîgeh bûne cihê ku girtiyên siyasî lê tên cezakirin.

Girtiyên siyasî di bin şertên tecrîda giran û zextan de li tîpên bîrê tên girtin. Girtî li dijî tîpên bîrê di greva birçîbûnê de ne. Herî dawî de du girtiyên siyasî ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine.

Girtiyên siyasî Fergîl Firat û Celal Punar ên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Çorluyê têne girtin bi daxwaza wan sewqî girtîgehek din bikin û girtîgehên tîpa bîrê bên girtin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin.

Parêzerê girtiyên siyasî Umut Vedat Açar banga hestyariyê li raya giştî kir û xwest ku dengê girtiyan bê bihîstin.

Endama Komîteya Lijneya Navendî ya Partiya Şoreşger Melîha Yuksel têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku du girtiyên ku li girtîgeha tîpa bîrê tên girtin xistine hucreyê û banga hestyariyê li raya giştî kir. Melîha Yuksel ev tişt anî ziman: “Girtîgehên tîpa bîrê girtîgehên ku herî zêde tecrîd lê tên meşandin in. Di dema avakrina wê de me jî û OHD’ê jî ev yek anîbû ziman. Me gotibû ev girtîgeh ji bo girtiyên sosyalîstên çepgir û şoreşgeran hatine çêkirin. Dengê me nehatibû bihîstin. Lê me dizanîbû ku wê me û şoreşgeran têxin wan girtîgehan. Endamên partiyên burjuwa jî di girtîgehên tîpa bîrê de tên girtin. Tecrîdeke dijwar heye. Hevdîtina girtiyan a bi hev re, derketina hewşê û guhertina pirtûkan qedexe ye. Wan dernaxin qadên hevpar. Em bang li raya giştî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin dengê girtyên ku di greva birçîbûnê de ne.”

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.