Sibatê 41 dagirker hatin kuştin

Şemî 2 Adar 2024 - 00:33

  • HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir. Di çalakiyên ku pêk hatine de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, hejmareke zêde çek û amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir û wiha got:’’Meha Sibatê ku tê de Komploya Navneteweyî pêk hat û ji bo gelê Kurd weke "Roja Reş" tê nirxandin, bû meheke ku têkoşîna li dijî komployê zêde bû. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê her wiha meha Sibatê weke meha mezinkirina dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re, bi hemû hebûna xwe îdeolojiya Apoyî bi jiyanî kirin û bi şêwaz, tempo û uslûbê Apoyî ku di her şert û mercî de serketinê esas digire, pêşiwazî kirin. Di pratîkê de bi xwe xurtkirin û gihandina gerîlatiya serkeftî re, rexnedayîna hevrêtiya kêm a li pêşberî Rêbertî dide. Li ser vê bingehê di şert û mercên zehmet ên zivistanê de jî bi helwesteke kûr a rexnedayînê, baweriyeke mezin, bi îrade, hêrsa li dijî komployê û bi zanebûna erkên xwe yên serdemê hewl da ku bi erka xwe rabe. Di meha Sibatê de gerîla serketinên nû li operasyonên şoreşgerî yên di dema dawî de bi pêş xistiye zêde kir. Gav bi gav di şêwazê de kûr bûye, di taktîkê de pispor bûye, bi îlhama ku ji îdeolojiya Apoyî girtiye afrîneriya xwe derxistiye pêş û performanseke bilind nîşan daye. Gerîla ku bi doktrîna şerê şoreşgerî, avabûna gerîla ya modernîteya demokratîk û ruhê fedaî yê Apoyî ku rastbûna xwe îspat kiriye, bi xistina hedefên dijmin re bûye hêzeke bê rawestan. 

Gerîlayek şehîd bû

Di meha Sibatê de bi operasyona şoreşgerî ya serkeftî re 17 çalakiyên gerîla hatin pêkanîn. Di van operasyona şoreşgerî û çalakiyan de 1 jê serpel 41 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk hewl dide ku têkçûna mezin a artêşa Tirk a dagirker veşêre, di heman demê de derbarê windahiyên gerîlayan de her roj nûçeyên derew serwîs dike. Lê belê di meha Sibatê de ji bilî Şehîd Şervan Varto ti windahiyên gerîla çênebû. Em li ser navê hevrêyê xwe Şervan Varto soza ku me daye hemû şehîdên xwe nû dikin. Bîlançoya şer a meha Sibatê bi vî rengî ye:

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

Êrîşên bi balafirên şer: 211, Êrîşên bi helîkoptêrên şer: 5, Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 1, Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 10

Çalakiyên gerîla, kuştî û birîndarên dijmin

Çalakiyên giştî yên gerîla: 18, Dagirkerên hatine cezakirin: 41, Serpelên ku hatine cezakirin: 1, Dagirkerên birîndar bûn: 3

Amûrên hatine tinekirin derb lê hatin xistin

Cebilxane: 1, Cihê keşfe: 1, Konteynir: 7, Çeper: 15, Sîstema raderê: 3, Kamerayên mobesse: 10, Kamerayên mobesse yên termal: 2, Sîstema muhabereyê: 1, Çekên A4: 2, Bombeavêjên bi zincîr: 1, Kepçe: 4

Çek û amûrên hatine desteser kirin

Tifinga sekvaniyê KNT-76: 1, Çeka nîv otomatîk a BKC: 5, Lûleyê çeka BKC: 1, Fîşekên BKC: 300, Çeka bombeavêj B7: 2

Çeka bombeavêj a yekane: 1, Çeka MPT-55: 8, Şarjora çeka MPT-55: 8, Tifingê bi bombe: 2, Demançe: 1, Dûrbînên termal: 8, Dûrbînên şevê: 4, Dûrbînên rojê: 1, Dûrbîna çekê: 11, Amûra destnîşankirinê ya çekê: 2, Cîhaza muhabere ya mezin: 1, Batarya cîhaza mûhabere: 1, Kumê leşkerî: 2, Cîhazê ragihandinê: 4, Fîşeka îşaretê: 3, Sensor: 2, Wênegir: 3, Bombeyê destan: 2, Panêla enerjiyê ya rojê: 2, Kameraya Mobesse: 2, Powerbank: 7, Pîlê şarj digire: 1, Teleskop: 1, Çente: 1, Telefon: 3"

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.