Seytereyê berê Şiblî da kemînê

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:12

  • Osman Eskerî: Heger em bûyera li Kelarê bînin bîra xwe, li wir gelek eşkere bû ku berê wesayîta Şehîd Ferhad Şiblî ji aliyê seytereyê ve hatiye guhertin. Xwestin wesayît biçe cihê ku kemîn li ber hatiye danîn. Dijmin endamên xwe li seytereyan datînin, dema wesayîtên kes yan jî welatparêzan derbaz dibin, agahiyê didin dewleta Tirk.

IDRÎS KARA
 
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk ji 17’ê Nîsana 2022’yan ve li ser Herêmên Parastina Medyayê dest bi êrişeke berfereh kiriye, lê nikare bigihîje ti encamê. Ji ber wê jî bêhtir berê xwe dide, jin, zarok û welatparêzên Kurd yên li bajar û herêmên Kurdistanê. Dewleta Tirk rojane bi balafirên biçek û bê mirov êrişî welatparêzên Kurdistanê dike. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker li Kelarê êrişî wesayîtekê kir û di encamê de cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriye Ferhad Şiblî û sê kesên din şehîd bûn.

Em derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bê mirov û biçek de, bi pisporê leşkerî yê li Başûrê Kurdistan Osman Eskerî re peyivîn.

Balefir ji Washingtonê jî rabe encam ev e 

Osman Eskerî destpêkê behsa "xiyaneta navxweyî" kir û ew weke sedema tevgerên faşîstane ên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi nav kir. Eskerî rexne li desthilatdariya herêmê jî girtin û got; “Li gorî vê desthilatdariyê heger Tirkiye parastina wan neke, ew ê nemînin. Lê Tirkiye ti carî parastin û piştgiriya wan nake. Tirkiye wan weke çeteyekê bi kar tîne, yanî dema karê wan pê xilas dibe, piştre jî weke tiştekî pîs diavêje. Me di dîrokê de bi taybetî dîroka Kurdan û xasma ya herêmê de gelek nimûneyên bi vî awayî dîtine.”

Osman Eskerî got, heger balafira bê mirov ji Washîntonê jî rabe, di encamê de yê ku cih dide nîşan, li herêmê ye û armancên ku dixwazin pêk tînin.

‘Hevkarên wan agahiyê didin’

Derbarê îstixbarata li ser erdê ya ji bo balafirên dewleta Tirk de jî Osman Eskerî got, “Ên ku dibêjin, heger Tirkiye nebe, em ê jî nemînin rê didin balafirên bê mirov. Rê didin hêzên dagirker û tên azadîxwaz û welatparêzan qetil dikin. Niha di vê serdemê de sedemên peywendiyan gelek in. Êdî peywendî û agahîdayîn, di warê jiyanî de gelek hêsan bûye. Jixwe, di warê leşkerî de ev yek li pêş e.

Yên ku hevkarê dijmin in, ji aliyê van hizbên desthilatdar ve tên parastin, heger ên ku îstixbaratê didin Tirkan, bê pişt bin, wê werin cezakirin. Heger desthilat wan ceza neke jî, wê xelk wan ceza bike. Îro bi hinceta PKK’ê ye, lê sibe wê ez bim û hemûyên din bin. Lê ev desthilat wisa nafikire.”

Rola seytereyên PDK û YNK’ê di êrişan de

Di dewama axaftina xwe de Eskerî bal bire ser rola seytereyên PDK’ê û YNK’ê ya di êrişên balafirên bê mirov ên li ser xelkê sivîl de û got, “Tora destê Tirkan li Başûrê Kurdistanê gelek berfireh bûye, bê guman destê gelek welatan tê de heye. Ev welatek bêxwedî ye, Tirkiye takedijminê hebûna Kurdan e. Yanî tora Tirkiyê ewqas berfireh bûye, dikarin bi hêsanî daxwazên xwe pêk bînin û bigihin encamê jî.

‘Endaman bicih dikin’

Heger em bûyera li Kelarê bînin bîra xwe, li wir gelek eşkere bû ku berê wesayîta Şehîd Ferhad Şiblî ji aliyê seytereyê ve hat guhertin.

Xwestin wesayît biçe cihê ku kemîn li ber hatiye danîn, ji bo ku kesên di seytereyan de derbas dibin, nas bikin, endamên xwe bi cih dikin.

Dema kesek nas, welatparêzek hat û nas kirin, yek ser xeberê ji wan re dişînin û dibêjin, ev kes li vî cihî ye û ber bi vê herêmê ve diçe.

Roleke eşkere ya seytereyan di van êrişên balafirên bê mirov de heye.”

PDK nîne çend kesên Malbata Barzanî hene

Osman Eskerî derbarê rola PDK’ê ya di êrişên balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de got, "Ne tenê rola PDK’ê,  binemela Barzaniyan e, PDK li holê nîne, her kesê ne Barzanî be, ji bo wan hebûna wan tineye. Wan meydana xwe li dijmin vekir, li ku dixwaze dijmin li wir e. Ew ji Kurdbûnê ketine.

Ya ku ew dikin, tenê parastina berjewendiya çend kesan e ku ji wan re dibêjin, Malbata Barzanî. Ew kirêgir û dardestê dijmin û dagirkerên Kurdan in. Dijminê Kurdan çi dixwaze, bi wan dide kirin, îradeya wan êdî ne di destê wan de ye, teslîmê dijmin kirine. Li gorî wan heger Tirk nebin, Îran, Îran nebe yek din e."

Ji bo vê gotina xwe xurt bike jî, Osman eskerî got, "Rola wan baş diyar e, ma niha kî herêma Barzan diparêze? Li gorî wan, Tirkiye herêma Barzan diparêze. Lê wê rojekê wan bi cih bihêle, weke berê. Me di referandûmê de dît, çi bêrêzî li hemberî wan kir, gotin ‘em derî bigrin, hunê ji birsa bimirin.’ Zarokekê jî tu carekê hîleyekê lê bikî, cara din qebûl nake. Tirkiyeyê bingehê xwe li ser nebûna Kurdan ava kiriye. Helbet ev faşîstane wê hilweşin."

Êdî ne dema axaftinê ye

Di dawiya axaftina xwe de jî Osman Eskerî xwest êdî bi emel bersiva dagirkeran bê dayîn: “Nerazîbûn, yekdengî, ev hemû baş in. Lê ev gur e, heger pozê gur bi erdê ve nekî yek, tênagehe. Li gel Tirkan diaxivin, baş e Tirk dibêje tu nînî. Ji ber wê êdî dema kirinê û emel e, axaftin bi mirovan re tê kirin, ne bi guran re. Dîroka Tirkan tenê xwîn rijandin, wêrankirin û kavilkirin e. Ez bang li her kesî dikim, êdî li pey van rêveberên xayin neçin, bibin yek û em hemû bi hev re vê li pey xwe bihêlin. Ma me Dêrsim, Helebce ji bîr kiriye, em hene em ê hebin. Em ê bigihîjin mafê xwe, lê ku bibin yek, em ê zûtir bigihijîn mafê xwe.”

Bexda jî berpirsiyar e

Osman Eskerî got, ji bo qada hewayî ya Iraqê jî got, ew di destê Iraqê de ye û wiha peyivî: “Qada hewayî di destê Iraqê de ye, ji sala 2013’an ve, dema ku Iraq ji yasaya 7´ê ya Neteweyên Yekbûyî ya terorê derket, qad kete destê Iraqê. Ev jî bi rêya PDK’ê pêk hat. Wê demê Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê bû, Zêbarî yek ji kesên herî nêzî Tirkan e, bêguman gelekî hewl da ku Iraq ji bin benda 7´ê ya Neteweyên Yekbûyî ya terorê derkeve, derxist jî. Dema Iraq ji bin wê yasayê derket, Emerîka jî neçar ma qanûnê bi cih bîne û bi vî awayî qada hewayî teslîmî Iraqê kir. Yanî niha heger balafireke Fransa, Brîtanya û welatekî rabe, divê parastina Iraqê were agadarkirin. Rast e, berê di destê NATO´yê de bû, lê niha di destê Iraqê de ye. Yanî niha her sucê li dijî Kurdan, Kurdên welatparêz tên kuştin, destê Iraqê tê de heye, destê hizbên desthilat, bêguman yê NATO û derdorê jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.