Seyîd Riza mîrateya berxwedanê ye

În 15 Mijdar 2024 - 03:05

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, pêşengê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevrêyên wî yên hatin darvekirin bi bîr anî. KCK'ê li ser salvegera şehadeta Seyît Riza û rêhevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê, destnîşan kir ku Pîr Seyîd Riza bi serî-netewandina li hember dijmin, mîrateya berxwedanê di serî de ji gelê Kurdistanê ji bo mirovahiyê û hemû gelên bindest hiştiye û got:“Em dubare soz didin ku em ê bigihêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşîna biqîmet ya Seyîd Rizayan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.” Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:“Salvegera darvekirina pêşengê berxwedana Dersimê Seyîd Riza nêzik dibe. Em Seyîd Riza û rêhevalên wî ku bi wî re hatine darvekirin bi bîr tînin. Em di şexsên wan de kesên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û hişmendiya qirker şermezar dikin. Em dibêjin ku têkoşîna gelê me wê hesabê hemû komkujiyan bipirse.

Erka dîrokî hesab pirsîne

Yek ji komkujiyên herî dermirovî yên dîroka mirovahiyê Komkujiya Dersimê ye. Bi deh hezaran mirov bi gule, sirgun, bombebaran û gazên kîmyewî hatin qetilkirin. Zarokên ku hêj nehatine dinyayê jî di zikê dayikên xwe de hatine kuştin û yên sax jî bi saxî hatin qetilkirin. Çemê Mûnzûrê bi xwînê herikiye. Ji ber vê yekê jî Komkujiya Dersimê di hişê gelê Kurdistanê de bû sedema êş û hêrseke mezin. Bêguman Komkujiya Dersimê di çarçoveya komkujiya Kurdan de hatibû kirin. Dewleta Tirk a ku zîhniyet û siyaseta mêtinger a qirker bi rê ve dibe, ji bo tinekirina gelê Kurd bi dehan komkujî pêk aniye. Lê mixabin mirov dikare bibêje ku Komkujiya Dersimê ji hemûyan girantir e. Komkujiya Dersimê, dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û tarîtiya vê hişmendiyê bi awayê herî eşkere derxistiye holê. Loma, di serî de Komkujiya Dersimê, mirov nikare bêyî qebûlkirin û rûbirûbûna komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurd û gelên din, xwendineke rast a dîrokî bike. Dîsa di serî de Komkujiya Dersimê, heta em hesabê hemû komkujiyan ji berpirsiyarên komkujiyan nepirsin, em nikarin erka dîrokê li ser milê bar kirî bi cih bînin, bibin xwediyê heqîqetê û rast bijîn. Bêguman Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşvebirina hişmendiya azadiyê, bi têkbirina hişmendiya qirker û mêtinger û bi rizgarkirina gelê Kurdistanê, vê erka dîrokî bi cih tîne û ji berpirsiyaran hesab dipirse. Têkoşîna me ya ku li ser bingeha azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş dikeve û xwe dispêre jiyaneke hevpar û wekhev a gelan, hişmendiya qirker, mêtinger û qirker ji holê radike û dîroka azadiyê ji nû ve dinivîse. Em dubare hişmendiya qirker, mêtinger û dagirker şermezar dikin û di şexsê Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Armanca me ya sereke ev e ku em vê bîranîna biqîmet bi cih bînin û ji gelê xwe re azadiyê bînin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.