Gundê Şêxan yek ji gundên herî xweşik ê Binarê Qendîlê ye. Ev gund dikeve li qontara çiyayê Qendîlê û her çar demsal li vî gundî tên jiyankirin. Niha jî çiyayên derdora gund bi berfê spî bûne. Ji aliyê îdarî girêdayî bajaroka Sengeser a li devera Pişder a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Dema mirov nêzî gund dibe, çiyayên berfgirtî yên Qendîlê, deşta wê ya kesk û xaniyên bi ber û heriyê hatine çêkirin bala mirov dikêşe. Niha li gund demsala zivistanê ye, lê rengê biharê li gund tê dîtin û di demsala havînê de jî li gund rengê biharê winda nabe. Ev yek jî dîmenek dilrevên û xweşik bi deverê dibexşe. Gundê Şêxan, ji bakur ve hemsinore li gel gundê Werte, li başûr gundê Sêweys, li rojhilat gundê Barîkan û li rojavayê wê jî gundê Barawiya jêr hene. Li gundê Şêxan 21 mal têde hene û nêzî 150 kes lê dijîn. Piraniya xelkê wê bi çandinî û lawirvaniyê ve mijule.
ROJNEWS/QENDÎL