Şêx Seîd silav kirin

Çarşem 7 Sibat 2024 - 01:25

  • Karwanê Meşa Azadiyê ya Mezin meşa xwe ya li Kurdistanê didomîne. Li her qonaxa ku Karwanê Meşê disekine, gel bi dilgermî û coşiyeke mezin nûnerên xwe pêşwazî dike. Parlamenter Zeynep Oduncu got,’’Em li bajarê Şêx Seîd in. Lewma ev meş gelekî bi wate ye.’’ Li Gundikê Melê ya Şirnexê jî Karwanê Azadiyê bi dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin.

Baskê Qersê yê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza ji Abdullah Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû hatiye destpêkirin di roja 6’an de di rê de ye.

Meşvanên ku serê sibê ji navçeya Kop a Mûşê bi rê ketin, gihiştin navçeya Qereçoban a Erziromê û ji aliyê gel ve bi dilgermî û coşiyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Meşvanan ji ber salvegera erdhejên 6'ê Sibatê li navenda navçeyê bi gel re meşeke bêdeng lidar xistin. Meşvanên ku li stûyên xwe kurdeleyên reş girêdan, li navenda navçeyê ku hatinê daxuyaniyek dan.

Meşa me ji bo azadiya Ocalan e

Li navenda navçeyê Hevserokê MEBYA-DER'ê yê Mêrdînê Salih Kuday axivî.

Kuday, da zanîn ku li Kurdistanê û Tirkiyê krîzeke aboriyê heye ku roj bi roj girantir dibe û got, "Sedema vê yekê polîtîkayên şer e. Polîtîkayên şer ji tecrîdê ne serbixwe ne. Zêdeyî 35 meh in agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Birêz Ocalan gotibû ger derfeta wî hebe wê di nava heftiyekê de pirsgirêkê çareser bike. Meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Heta ku Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe, ev meş wê bidome." 

Kuday, diyar kir ku tevî sermaye giran gel wan bi coşek mezin pêşwazî dike û ji ber vê yekê spasiya gel kir. 

Piştre meşvan çûne Xinûs a Erziromê bû. Dema ku karwanê meşê ketin navçeyê dayikan ew pêşwazî kirin.

Li navenda navçeyê meş hat lidarxistin û ji pêşengên gelê kurd Şêx Seîd hate bibîranîn. 

 Şêx Seîd hate bibîranîn 

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu li meydana navçeyê axivî û wiha got: “Em li her derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkrin. Îro salvegera erdhejê ye. Karesata ku îktîdarê di erdhejê de pêk anî ne tiştekî xwezayî ye. Destê îktîdarê xwînî ye. Dikarin bi pereyê ji bo şer xerc dikin re hemû bajaran jinûve ava bikin. Lê ne bi xema îktîdarê ye. Tekane tişta ku wan îktîdara xwe li ser ava kiriye, şer e, xwîn e. Em niha li bajarê Şêx Seîd in. Lewma ev meş gelek biwate ye. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê meşa me berdewam bike.” 

Divê em ji rêya Ocalan dernekevin

Endamê DÎK’ê Mahmût Taniş jî ev tişt anî ziman: “Ziman û çanda me qedexe kirin lewma Şêx Seîd serî hilda. Şêx Seîd tu cihêkarî di navbera gelan de nekir. Lê serhildan bi ser neket. Em wan kesên xiyanet li wî kirine şermezar dikin. Birêz Ocalan ev 25 sal in di tecrîdê de ye. Her wiha Ocalan jî rastî xiyanetê hat û dîl hate girtin. Divê em ji rêya Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Ocalan dernekevin. Em kurd in, ev welatê me ye û navê wê Kurdistan e.” 

Baskê Wanê yê Karwanê Meşa Azadiyê Azadiyê gihaşte Silopya û ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. 

 Bi dahol û zirneyan pêşwazî kirin

Duşemê Karwanê Meşa Azadiyê ji Qilebanê ya Şirnexê derbasî bajarokê Gundikê Melê bûbûn. Xelkê bajarokê meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dahol û zirne hatin lêdan û meşale hatin vêxistin. Meşvanan yek bi yek hemû welatiyên ji bo pêşwazîkirina wan hatin silav kirin. Dayikên laçikspî jî meşvan hembêz kirin.

Meşvan û xelkê bajarokê ji ketina bajarokê heta ber deriyê avahiya partiyê meşiyan. Di dema meê de dirûşmên “Bijî berxwedana Imraliyê", “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Ji tecrîdê re na, aştî a niha” berz kirin. Bi sedan kesên guh nedayîn barîna berfê, piştre jî govenda azadiyê gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Tu hêz nikarin xwe li ber vê hêviya aştiyê ya vî gelî bigire. Meşa me ya azadiyê heta birêz Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê bidome. Di destê me de nifteya berxwedan, azadî û aştiyê heye. Roj wê were wê deriyê Îmraliyê vebe û aştiyeke birûmet pêk bê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.