- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) biryar dan ku ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê bi hev re bixebitin. Ji bo vê jî wê 21ʼê Mijdarê ‘Şêwra Pêkanîna Diyaloga Neteweyî’ online pêk bînin.
Civîna KNKʼê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bidawî bû. Endamê Yekîtiya Parlamenteran Kardo Mehemed diyar kir ku wan biryar girtiye di 21’ê Mijdara 2020’an de konferansa “Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî” pêk bînin û bang li partî, rêxistin, rewşenbîr û rojnamevanan hemûyan kir ku ji bo pêkanîna konferansê destek bidin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî siyaseta şerxwaz û siyasetên dijî yekîtiya neteweyî, di nava liv û tevgerê deye. Bi vê boneyê pêr KNK bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê re civiya û doh jî li bajarê Hewlêrê bi Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê re civiya.
Piştî civîna ku li çapemeniyê girtî pêk hat, li ser navê KNK û Yekîtiya Parlamenteran Endamê Yekîtiya Parlamenteran Kardo Mehemed daxuyaniyek da çapemeniyê.
Kardo Mehemed li ser rewşa herêmê rawestiya û bal kişand ser metirsiyên ku gelê Kurd rû bir û maye. Kardo Mehemd bal kişand ser girîngiya yekrêziya netewî û da zanîn wan jî wekî KNK û Yekîtiya Parlamenteran biryar girtiye di vê çarçoveyê de karekî hevbeş bimeşînin.
Bang li aliyan hemûyan hat kirin
Kardo Mehemed destnîşan kir ku ji bo helwesta diyalog û aştiyê bê pêşxistin û raya giştî ya Kurdistanê baştir bê hişyarkirin, wan biryar girtiye ku bi navê ‘Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî’ konferansek mezin bê çêkirin û got:
“Wê partî û rêxistinên Kurdistanî hemû û gelek ronakbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û kesayetên serbixwe bêne dawetkirin. Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî, wê di roja 21.11.2020’an de li ser tora Zoomê, bi rê ve biçe. Der barê şêwirê de wê karname û agahdariyên berfireh di dawetnameyê de ji beşdaran re bên rêkirin. Em hêvî û bawer dikin ku ev şêwir xizmetê ji aştî û diyaloga navxweyî re bike.”
Kardo Mehemed di dawiya axaftina xwe de bang li partî, rêxistin, rewşenbîr û rojnamevanan hemûyan kir ku destekê bidin pêkanîna konferansê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ