Dema hin alavên meriv dişikên yan jî winda dibin, meriv pirr xemgîn dibe. Ji bo hin kesan jî dema ew alav şikestin, êdî cihê wan poxan e, yên avêtinê ne. Lê ji bo hinan cihê tiştên şikestî ne ting û poxan in; ew bi wan tiştên şikestî dikarin gelek tiştan bisêwirînin.
Hunermend Rob Starti bi qelem û kaxizan teyfik û tepsikên şikestî ji nûve, bi nihêrîneke cuda disêwirîne. Wî sala 2020’an, bi navê “Fragmanted” nimûneyên gelek xweşik ên van teyfikan çêkirine. Dema ku ew teyfika xwesûya xwe dişikîne neçar dimîne û piştî vê serpêhatiyê li ser vî hunerî hûr dibe. Ew li ser rûpelekî spî yê vala bi van teyfikên şikestî tiştên xweşik çêdike. Yanî ew teyfikên bi rastî yên şikestî bi kar tîne ji bo hunerê xwe.
Nexasim jî teyfikên porselen yên şikestî malzemeyên wî yên sereke ne. Wî parçeyên teyfikên şikestî pirr xweşik sêwirandine. Piştî ku parçeyên şikestî bi cih dike, bi saya qelemekê, navbera wan tije dike û bi resman xebata xwe bi dawî dike. Yanî ew rasterast teyfikan bi hev ve nazeliqîne, wan dike parçeyê hunerê xwe û berhemên hunerî ji wan çêdike. Wî navbera parçeyên van teyfikên şikestî, bi kulîlk, heywan û menzereyan dagirtiye. Ew bi vî awayî ji bo tiştên ku êdî wek ên avêtinê tên ditîn, jiyaneke nû ava dike û her wiha teyfikên şikestî bi hest û hizrên nû jîndar dike.
NAVENDA NÛÇEYAN