Şêwazê têkoşînê hate guhertin
Şemî 31 Gulan 2025 - 03:45
- Remzî Kartal li ser pêvajoya Kongreya 12'emîn a PKK'ê agahî parve kir û anî ziman ku têkoşîn dewam dike, ji bo avakirina civaka demokratîk divê her kes bi berpirsyariyê rabe.
Nîqaşên pêvajoya çareseriyê dewam dikin ku bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo re şênber bû. Piştî banga dîrokî PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û biryar da ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne û karên bi navê PKK'ê têne meşandin rawestîne. Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal ku berî û piştî kongreyê li Başûrê Kurdistanê bû, li ser xebatên kongreyê û têkoşîna dema nû ji ANF'ê re axivî. Remzî Kartal anî ziman ku di pêvajoya kongreyê de ew çû Başûrê Kurdistanê û got:"Di nava wan şert û mercan de ji ber ewlekariyê -ji ber ewlekariya kongreyê- nekarî tevlî kongreyê bibim. Ev rewş ji bo kongreyê dikarîbû pirsgirêka ewlekariyê biafiranda. Lê belê li ser amadekariyên kongreyê agahiya min hebû. Bi rastî jî PKK yekemcar e di vê astê de ruhekî hevpar, yekbûyî û yekîtiyê ya mezin dijî." Remzî Kartal destnîşan kir ku Rêber Apo bi rêya heyetên ku hevdîtin pê re kirin peyamên xwe dişandin û got:"Serok Apo çawa ku peyam ji raya giştî re şand, ji kongreyê re jî hem bi nivîskî hem jî bi rêya teknîkê peyamên xwe şand. Ji xwe Serok Apo firsendeke mezin diafirîne. Ev firsend ne tenê ji bo gelê Kurd e. Belê pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, lê belê ji bo gelê Tirkiyeyê, ji bo tevahiya gelên herêmê destpêkeke. Lewma eger di çarçoveya daxwazên Serok Apo de wê kongre bê kirin, gelekî xwezayî ye ku Serok Apo rapora polîtîk bi nivîskî û bi rêya amûrên teknîkî peyamên xwe bişîne vê kongreyê." Ji bo pirsa 'Gelo we ev peyam dîtin an jî xwendin?' Remzî Kartal ev agahî da:"Belê, li ser bingeha banga ku di 27'ê Sibatê de hem li raya giştî hem jî li PKK'ê kiribû. Çarçove bi heman rengî ye: Li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, li ser bingeha peyama Aştî û Civaka Demokratîk lidarxistina kongreyê. Li ser vê bingehê PKK xwe weke tevgerekê ji aliyê rêxistinî ve fesix bike, dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî bîne û amadekariyê ji pêvajoyeke nû ya têkoşînê re bike."
Rêber APO danûstandinan dike
Li ser rêbaza nû ya têkoşînê jî Remzî Kartal got, "Beriya her tiştî divê şert û mercên hiqûqî siyasî yên vê pêvajoyê bêne avakirin. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin û bi pêş ve bir Serok Apo ye û şert û mercên karê azad û jiyana wî ye. Pîvana bingehîn a gelê me û tevgera me ya li ser pêvajoyê ev e. Serok Apo li ser pêvajoya nû got, 'Ez ê danûstandinan bimeşînim'. Li ser vê bingehê tevger jî we li gorî danûstandinên li Îmraliyê yên Rêber Apo û pêşketinan tevbigere. Bêguman. Niha PKK'ê biryara fesixkirinê da û têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Lê belê li holê hêzek heye û çek di destan de ye. Divê çekê deyne û tevlî jiyana civakî demokratîk bibe. Beriya her tiştî divê Serok Apo bi xwe tevlî jiyana civakî, siyasî û demokratîk bibe. Piştre jî endamên PKK'ê yên ku heta niha ev têkoşîna mezin meşandin tevlî pêvajoya civakî siyasî û demokratîk bibin. Di vê mijarê de divê gavên siyasî û qanûnî bêne avêtin. Ev danûstandin li Îmraliyê di navbera Serok Apo û rayedarên têkildar ên dewletê dewam dike. Di çarçoveya wan danûstandinan de bêguman ji bo paşerojê, ji bo gavên werin avêtin wê nexşerêyek bê afirandin."
Bang pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye
Ji bo pirsa, 'Bi biryarên kongreyê re hinekan gotin êdî têkoşîn qediya, di vê der barê de hûn çi difikirin?' Remzî Kartal got:"Têkoşîna PKK'ê meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Ev meş li gel astengiyên herêmî û navneteweyî 52 sal in di vê astê de têkoşiya. Bi gotina Serok Apo ev têkoşîn derbasî qonaxeke nû bû. Serok Apo vê yekê di dema herî xurt a têkoşîna PKK'ê de dike. Bi vê têkoşînê de deh salên dawî êrîşên dewletê hatin pûçkirin. Li aliyê din bi paradîgmaya Rêber Apo re zêdeyî deh sal in li Sûriyeyê modelek heye. Ev model ji bo pirsgirêkên herêmî hemûyan modela çareseriya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye, modeleke ku nîşan dide bê çareseriyeke ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê wê çawa be. Li Rojhilata Navîn welat hildiweşin. Di nava vê rewşê de têkoşîna azadiyê ya Kurd gelekî xurt e û li qadê hêzeke. Niha di nava vê rewşê de Serok Apo ev bang kir. Di demekê de ku têkoşîn, tevger herî xurt e got, 'Kongreyê bicivînin, biryara fesixkirinê werbigirin'. Lewma hin nirxandinên têne kirin rast nîne. Ev bang pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Têkoşîn dewam dike. Niha bi paradîgmaya nû re ji têkoşîna di çarçoveya çînî, desthilatdarî û netewe dewletê de derbasî perspektîfa têkoşîna civaka demokratîk a di çarçoveya civaka demokratîk, azadiya jinê û dînamîkên civakî û gelan dibe. Têkoşîn wê dewam bike, tenê amûr têne guhertin. Amûr PKK bû û ji ber zordariya dewletê derketibû holê. Niha jî Serok Apo dibêje, 'Divê zor, tundî zext nebe. Divê zemîna siyasetê û demokratîk bê afirandin. Di pêvajoya nû ya têkoşînê de divê amûr; têkoşîna li qada civaka sivîl û demokratîk be'. Amûrên li gorî vê yekê di demeke nêz de wê bêne ragihandin. Koda têkoşîneke nû ya rêxistinî û siyasî ev e. Têkoşîn dewam dike, têkoşîn neqediya. Amûrên têkoşînê hatin guhertin."
NAVENDA NÛÇEYAN