- Xalid Dêrik ê ku hunerê xwe ji herêma Botan wergirtiye, dibêje, ji bilî Botanê nexasim Koma Berxwedanê tesîr lê kiriye. Wê li stranên Seyidxan, Xelîl Xemgîn û yên din guhdarî kiriye û bi wan mezin bûye.
NECBÎR OSMAN
ANHA/QAMIŞLO
Xalê Xalid Dêrik ji zaroktiya wî ve bi stranên gelêrî tesîr li wî kiriye. Lê belê bavê wî pişta wî girt û ew teşwîq kir da ku bi vî hunerî dakeve. Xalid Dêrik hînî lêdana tembûrê bû û tev li komeke muzîkê bû û heta roja îro jî stranan dibêje.
Xalid Hadî yan jî Xalid Dêrik, li herêma Koçerat a Dêrikê mezin bû. Xalid Dêrik li devera Silopiya hat dinê. Piştre di bin zexta dewleta Tirk a faşîst de malbatê bar kir Rojava.
Ji zarokatiya xwe ve, hunermend Xalid li ser guhdarîkirina stranên resen ên hunermendên navdar ên mîna Abdulezîz Semî, Fadil Cizîrî, Salih Şirnexî û yên din mezin bû. Wan gelekî bandor li Xalid Dêrik kiriye. Stranên koma Berxwedanê jî tesîra xwe li wî kiriye. Ew dibêje, wî nexasim li Xelîl Xemgîn, Seyidxan wan guhdarî kiriye. Bi wê re biryar daye ku hunerê xwe ji bo xizmetkirina şoreş û doza Kurd bidomîne.
Herêmên Botan û Koçerat bi stranên folklorî yên taybet ji herêmên dîtir, navdar in. Bêrîteyên li ser şerên li Botan û Hekariya û qehremaniyê, payîzokên li ser evînê, helavîtin, telî û geranî yên ji bo cûreyên taybet ên govendê…
Strana Felaket im
Bi rêya şoreşa Rojava huner û folklora Kurd bi pêş ve çû û deng li tevahî parçeyên Kurdistanê veda. Hunermend Xalid Dêrik gelek stran di vê pêvajoyê de nivîsandin. Ji wan strana Destana Silopiya ya ku li ser jiyana şehîd Sadiq li Silopiya, şehîd Gelhat ê ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûye û şehîd Bedran Çiya, stran gotine. Xalid Dêrik strana Felaket im jî nivîsand. Her wiha di destpêka şoreşê de jî strana bi navê Azadiyê got, li gel wê jî stranên wî di nava koma Cûdî ya ser bi Navenda Dicle ya Çand û Huner a Dêrikê jî hene.
Ji bavê xwe girt da zarokên xwe
Hîna zarok bû bavê wî pişta Xalid Dêrik girtiye. Ew niha hunerê xwe dide zarokên xwe, ji bo vê hewl dide. Ji ber ku li gel zarokên wî jî behreya huner, lêdana înstrûmanan û stranê heye.
Xalid Dêrik dibêje, li herêmên Botan û Koçerat strana xelekî heye û ev cure stran jî pirr zehmet e û her hunermendek nikare bistrê. Xalid Dêrik wiha dewam dike: "Piştevaniya bavê min, hişt ku ez xwe bigihînim vê astê. Vê jî hişt ku ez vê behreyê bidim zarokên xwe."
Li aliyekî din keça Xalid Dêrik, Sorxîn jî bi tesîra ji bavê xwe, fêrî lêxistina tembûrê bûye û li Navenda Dîcle ya Çand û Huner behreyên xwe bi pêşve dibe.