• Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi navê “Şevçirayên Rojavayê” çalakî dan destpêkirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi navê “Şevçirayên Rojavayê” çalakî dan destpêkirin. Çalakî wê heta dawiya meha Remezanê dewam bikin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de semînerek li ser rojnamgeriya Kurdî li navenda HRRK'ê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn. Di semînerê de gelek rewşenbîr, wêjevan û nivîskarên Kurd amadebûn.

Nivîskar Konê Reş di axaftina xwe de derketina kovara Ronahî ji 80 salî ve di salvgera derxistina wê de bi bîr anî û da zanîn ku di dîroka Kurdan de ew kovara yekemîn bû ku bi pêşengtiya Mîr Celadet Bedirxan hatibû derxistin: “Lê mixabin di sala 1946`an ji ber zexta hikûmeta Fransayê kovar ji weşanê hat dûrxistin.”

‘Divê rewşenbîr bê sînor bin’

Wêjevan Berzo Mehmûd têkildarî dîroka rojnamegeriya Kurdî de got, di salên 1991-1992`an de di rojnamegeriya Kurdî nû xweşkayî hat dîtin. Berzo Mehmûd got, ji ber asta rewşenbîranî ya lawaz, kovarên heyî jî di rêjeyeke kêm de mane û naverokên wan ne zengîn in.

Di çarçoveya asta rojnameyên Kurdî de Berzo Mehmûd got, li Bakur û Başûrê Kurdistanê asta rojnamegeriyê li gorî rewşenbîrên wan bi hêz e û got, “Divê rewşenbîr xwe bêhtir bi pêş bixin, naverokên nû ji nivîsên xwe re bibînin û bê sînor tevbigerin.”

‘Erebî ji Kurdî zêdetir e’

Nivîskar Xalis Misewer jî got, di rojnameyên heyî de rêjeya şirovekirinê kêm e û li kêleka wê, xwendina bi Erebî ji ya bi Kurdî zêdetir e.

Nivîskar Dijwar Axa jî got, divê rewşenbîr û nivîskar ji bo neteweya Kurd kar bikin: “Pêwîst e bi rêya rojnameyan gel li ser xeterên heyî bê hişyarkirin.”

Nivîskar Ebûd Mexso jî got, “Piştî 2011`an li Rojavayê Kurdistanê gavên pîroz hatin avêtin, mînaka wê gavê jî ez dibînim rojnameya Ronahî pirr bipêşketî ye.”

29 rojan semîner, şano û film

Têkildarî bernameya çalakiyan, Serokê HRRK'ê Welîd Bekir got, “Çalakiya me îro di roja yekemîn a meha Remezanê de dest pê kir, ew ê vê mehê giştî dewam bike.”

Welîd Bekir da xuyakirin ku der barê wêje, ziman, huner û çanda Kurdî de wê nîqaşên berfireh bên kirin û wiha dewam kir: “Me bi rêya vê çalakiyê xwest hin mijaran pêşkêş bikin ji hezkerên wêje û çanda Kurdî re, hem jî wê cureya çalakiyên me bêhtir danûstendin be, wê carinan semîner, şano û film jî bên nîşandan.”

ANHA/QAMIŞLO