BÊRÎVAN ÎNATÇÎ / JÎNHA / DÊRIK
Di çanda Kurdan de gelek şopên jiyana kevn a komînal hene. Yek ji vê çanda kevnar jî şevbihêrk in. Bi taybetî bi hatina payîzê re ji ber ku kar û xebatên ji derve tên kirin ên mîna çandinî û hwd. namînin, endamên civakê li hev kom dibin û di şevên dirêj de şevbihêrkan li dar dixistin. Di vê kombûnê de kesek ji şevbihêrkan re pêşengiyê dike û birêve dibe. Di şevbihêrkan de mîna hemû karên komînal ên di nava civakê de jin û mêran bi hev re stranên dengbêjiyê gotine û li hev vegerandine. Di nava civakê de ji payîzê heta demsala biharê gotin di cih de be her roj li malekê şênî dicivîn bi çanda şevbihêrkan dîrokê derbasî nivşê nû dikin. Bi rêya dengbêjî û çîrokên kevnar çandê derbasî siberojê dikin. Bi rêya van dengbêjan civaka Kurd a di hemû kar û xebatên xwe de jiyana komînal esas girtiye, bi vê çandê şevên xwe bi kêfxweşî derbas kirine û ji dîroka xwe haydar bûye. Bi reya şevbihêrkan dîrok û çand nifş bi nifş anîye îro û derbasî siberojê dike.
Hê jî gengaz e ku mirov şopên jiyana komînal a kevnar bibîne. Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, em îro dibînin ku hê jî berhemên civaka komînal a kevnar lê zindî ne. Dengbêj û çîrokbêjên ku di hemû gotinên xwe de dîrokê vedibêjin şevbihêrkek li dar xistin. Di şevbihêrkê de dengbêj Helîm Mihemed a ji gundê Besta Sus, Xanê Evdila Hisên a ji gundê Besta Sus, Hazim Derwîş a ji gundê Mêrga Mîra, Elî Yûsif ê bi eslê xwe ji Cizîra Botan e, bi stran, dengbêjî û çîrokên xwe şeveke rengîn û dewlemend ji me re hiştin.
Çîrok, serpêhatî û dengbêjî
Dengbêj Hazim Derwîş bi dengbêjiya ‘Helya Mîro’ şevbihêrk da destpêkirin. Piştî dengbêjiyeke bedew a ruhê me germ kir dengbêj Elî Yûsif li ser şevbihêrkên ku di dîroka Kurdan de ciheke girîng girtiye şirove kir. Elî Yûsif got “Em ê niha li ser Efun û Hêjal bibêjin” û dengbêj dest bi dengbêjiya xwe kir. Paşê dengbêjên jin Helîm Mihemed û Xanê Evdila Hisên dengbêjiya ‘Memanî’ strîn. Şevbihêrkên ku bi dengbêjiyê dewlemend dibin bê çîrok nabin. Li ser vê yekê dengbêj Hazim Derwîş çîroka ‘Siltanê’ ya ku tê gotin li Botanê jiyaye û parçeyek ji serpêhatiya wan çaxan vedibêje got. Strana dengbêjiyê jî li ser çîroka bi êş a Sultanê ku bi darê zorê tê zewicandin, tê strîn. Dengbêjan paşê him stranên xwe gotin him jî li hev vegerandin.
‘Em ê nehêlin bê jibîrkirin’
Xanê Evdila Hisên a di şevbihêrkê de li ser parastina çandê axivî, got: “Çanda me çandeke pîroz e. Divê em tu caran bêxwedî nehêlin. Ji bo parastina vê çandê çi ji me bê em ê bikin. Berê ji xeynî vê çandê tiştekî me tinebû. Stranên dawetan hemû bi devkî dihatin gotin. Em ê nehêlin ev rêûresm bê jibîrkirin.” Elî Yûsif bi gotina; “Me xwe bi vê çandê parast û em heta îro hatin” bal kişand ser parastina çandê û ev tişt got: “Nifşekî xebitî bo ku nifşeke din bigihîje serdema pênûs û lênûsan. Hêviya me ji helbestvan û nivîskarên me ew e ku vê çandê binivîsînin bikin pirtûk û li dibistanan li ser wan ders bidin ji bo şagirtên me jî bixwînin û fêrî çanda xwe bibin. Hûn bixêr û silamet hatin vê şevê. Heya şeveke din a şevbihêrkan bimînin di nava xêr û xweşiyê de û ji we hemûyan re serkeftin.”
Di werza havînê de bi şevbihêrka dengbêjên ji Dêrikê em jî bi dengbêjî û çîrokên hatin gotin hinek din hay ji çanda xwe bûn. Em jî di wê hêviyê de ne ku ruxmê hemû polîtîkayên bişaftinê yê li ser çand û dîroka me Kurdan çawa ku çanda me gihiştibe van rojan, di roja me de jî li dijî van polîtîkayan bi parastina çand û rêûresmên Kurdî em bikaribin bigihînin siberojê.