• Leşkerên Tirk du ciwanên ji Bradostê revandibûn, teslîmî hêzên PDK’ê kirin. Derket holê ku êşkence li ciwanan hatiye kirin û gef li xizmên wan hatine xwarin. Yanî dewleta Tirk welatiyên Başûr revandin, serweriya wê binpê kir û bi ser de jî êşkence li wan welatiyan kir.

Ekrem Xalid Zirkî û Zêdan Nebî Mistefa yên ku hêzên dewleta Tirk a dagirker ew ji Başûrê Kurdistanê revandin, hatin berdan; lê derket holê ku dagirkeran êşkence li her du ciwanan kiriye. Bi ser halan de, piştî berdana wan, hêzên PDK’ê jî her du ciwan kirin nezaretê bi hinceta îfadegirtinê. Yanî dewleta Tirk a dagirker bi revandina ciwanan serweriya Başûr binpê kir û bi êşkencekirina li wan ciwanan jî ew serwerî herimand.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanuna 2021’ê de du ciwanên ji Bradostê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên ji gundê Dayla yê ser bi Sîdekana ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk ew ciwan ji nav xaka Başûr revandin û ew birin Tirkiyeyê. Heta pêr jî aqûbeta wan nediyar bû. Pêr dewleta Tirk ew ciwan berdan. Lê halê wan ne ti hal bû. Rayedaran got ew êşiya û westayî ne. Sedema jî zû eşkere bû: êşkence li her du ciwanên Bradostî hatiye kirin.

Revandibûn û biribûn baregeha leşkerî

Malbatên Ekrem Xalid Zirkî û Zêdan Nebî Mistefa, herduyan da zanîn ku leşkerên dewleta Tirk êşkence li zarokên wan kirine. Malbata da zanîn ku her du ciwan jî di serma seqemê de bi tena derpê bi saetan li ser berfê hatine sekinandin. 

Ekrem Xalid Zirkî hîna nû 20 salî ye û Zêdan Nebî Mistefa jî hê 18 salî ye. Gava ew li ber hespên xwe bûn li devera Sîdekanê, leşkerên Tirk ew revandin. Li gorî îdîaya ku çapemeniya ser bi PDK’ê dide, ciwan ketine nav devereke leşkerî ya artêşa Tirk weke “devera şer” dibîne. Malbatan dabû zanîn ku leşkerên Tirk ciwan 30’ê Kanûnê sibehî zû revandine.   

Piştî wê heta pêr jî aqûbeta wan nediyar bû. Pêr hêzên dewleta Tirk her du ciwanên ku pismamê hev in, berdan. 

Bi tena terpê li ser berfê

Xizmekî her du ciwanan ji tirsa navê xwe eşkere nake, lê li ser tişta hatî serê ciwanan dipeyive. Ew dibêje, leşkerên Tirk Ekrem Xalid Zirkî û Zêdan Nebî Mistefa revandine baregeha eskerî ya Rûbarokê ya ser bi Colemêrgê û li wir bi tena derpê ew li ber serma û seqemê heta roj çûye ava, rawestandine. 
Xizmê wan ê ku hem ji zexta PDK´ê û hem jî ji êrişên dewleta Tirk ditirse, got, “Herduyan got, pêxwas û bi tena derpê ew avêtine ser berfê. Nehiştine ku ew xwe bidin ber tava rojê jî. Ji saet 7´ê sibehê heta roj çûye ava ew wisa rawestandine.”
Ciwanan ji leşkeran re gotiye, wan dixwest hespên xwe vegerînin gund, lê leşkerên dagirker ji wan bawer nekiriye.

Gef li malbatan hatiye xwarin
Geylan Ebdilezîz pismamê Ekrem e. Wî jî ev îfadeyên li jor ji rojnamevan Kerwan Feyzî Drî re piştrast kirine. Lê agahiyeke din jî dide: Peyamên gefxwarinê jê re şandine. Di van peyamên gefxwarinê de hatiye îdîakirin ku her du ciwan li nav erdên dewleta Tirk hatine girtin. 

Serokê rêveberiya Soranê Helgurd Necîb da zanîn ku hêzên delweta Tirk her du ciwan teslîmî hêzên herêmî kirine.

Helgurd Necîb jî got, her du ciwan pirr westayî xuya bûne, niha îfadeya wan tê girtin û îfadeya wan wê paşî bi raya giştî re bê parvekirin.

 

Pêr berpirsa Lijneya Karûbarê Komelayetî û Mafê Mirovan a li Parlamena Hewlêrê Bedriye Îsmaîl gotibû, “Gilî gihiştiye ber destê me, em ê lêkolînê bikin.” Niha dikarin di çarçoveya lêkolînê de li êşkencekirina li ciwanan jî bipirse.

NAVENDA NÛÇEYAN